Fotograf: Pexels
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya 26em Konferansa Aliyên Peymana Çarçoveya Guhertina Îklîmê ya Neteweyên Yekgirtî (COP26) dewam dike û serokên dewletan li vir diaxivin. Di heman demê de milyonek kesî metneke hevbeş îmze kiriye û bang li serokan kiriye.
Çalakvanên îklîmê, Vanessa Nakate, Dominika Lasota, Mitzi Jonelle Tan û Greta Thunberê metna navborî nivîsandiye.
Ciwanan gotiye ku dinya gelekî dûrî hedefa yek û nîv pîleyê ye û digel vê wî hikûmet krîzê bi lez dikin, bi milyon dolaran sotemeniyên fosîlî xerc dikin.
Çalakvanan diyar kiriye, “Her ku gerstêrka me hilweşiya wê bi milyonan mirov êşê bikişînin” û ji hikûmetan xwestine ku krîza îklîmê demildest qebûl bikin û dest bi liv û tevgerê bikin.
Bi mazûbaniya Ingilistanê û li Glasgowa Skotlandê pêk tê. 31ê Çiriya Pêşiyê bi axavtinên vekirinê destpê kir.
120 serokên welatan û bi deh hezaran kes ji seranserê cîhanê beşdarî konferansê dibin. Roja 12ê Çiriya Paşiyê wê bidawî bibe. (TP/FD)