Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Malpera Atolye BIAyê dest bi weşanê kir. Atolye BIA ji bo rojnameger, rojnamegerên bêkar hatine hiştin, xwendekarên fakulteyên ragihandinê û kesên dixwazin rojnamegeriyê bikin bi armanca belavkirina nûçegîhaniya mafparêz atolyeyan pêk tîne. Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet van atolyeyên navborî li dar dixe.
Malpera atolyebia.org bi alîkariya Projeya Piştgriya Mafan a Yekîtiya Ewropayê piştgiriya wê ya darayî dike û Ajansa Hevkariyê ya Geşepêdanê ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) û Rojnamegerên Sînornenas (RSF) hatiye amadekirin.
Ali Seçkin Karayolî dîzayna malperê amade kiriye hu Asli Aplarê wêneyên li ser wê hatine weşandin, xêz kirine. Di vê malperê de beşê “Odeya Nûçeyan”, “Odeya Perwerdeyan” û “Odeya Atolyeyan” heye.
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet ji sala 2002yê û vir ve semîner û atolyeyan li ser nûçegihaniyê çêdike. Demek e ku ev bername di bin navê AtolyeBİAyê bi rê ve diçin. Bernameyên AtolyeBİAyê, li wê avahiyê çêdibe ku navenda nûçeyan a bianetê jî tê de ye. Ev bername bi piştevaniya Ajansa Geşepêdanê ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) ve bi rê ve diçe. (SO/FD)