Dozger, Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kûrt jî di nav de 11 kes bi daxwaza girtinê şand dadgehê.
Duh li Wanê Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kûrt jî di nav de 14 kes di serdagirtina malan de hatin desteserkirin. 14 kesên ku îfadeya wan qediyane, şandin edliyeyê.
Dozgerî Osman Gerçeklî û Munîfer Koçak Hazal Suerê bi şertê kontrola edlî, Edem Onat, Ercan Erkol, Fazil Nûmaş, Hanim Kaya, Veysî Dîlekçî, Orhan Bayram, Selma Cîntan, Tarik Artîm, Gulşen Kûrt, Ayşe Mînaz û Aynûr Sarica bi daxwaza girtinê şand Dadgeriya Cezê û Aştiyê.
(RT/AY)