Di rojên dawî kesên ku govendê bi kurdî digirin û dîmenan parve dikin tên desteserkirin û girtin. Rêxistina Bajarî ya DEM Partiyê ya Wanê ji bo desteserkirin û girtinên ji ber govendê çalakiyek govendê li dar xistin. Piştî çalakiyê polîsan êrişî vê sibehê bi ser gelek malan de girtin.
Di encama serdegirtina malan de Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kûrt jî di nav de herî kêm 15 kes hatin desteserkirin.
Navên kesên di serdagirtina serê sibê de hatine desteserkirin wiha ne: “Hevseroka Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Hanim Kaya, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynûr Sarica, Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Artemêtan Cemîl Baydar, Dayikên Aştiyê Sarya Suer, Hazal Suer û Munîfe Kaçak; Adem Onat, Fazil Nûman, Tahîr Artîm û Selma Cintan.
(RT/AY)