Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Tûnisê Necla Bûden Ramazana ku Serokomar Kays Saîdî ji bo hikûmeta nû ava bike ew wezîfedar kiribû, kabîneya xwe ya nû aşkere kiriye. Kabîne ji 24 wezîran pêk hatiye.
Endamên kabîneyê li avahiya Serokomariyê sond xwarine û dest bi wezîfeyê kirine.
Bûden di merasîma sondxwarinê de wiha axiviye: “Em ê bihêlin ku ji nû ve bawerî bi dewletê were. Em ê jiyana welatiyan hêsan bikin û aboriyê geş bikin.”
Li gorî nûçeya Aayê, Bûden, yekem serokwezîra jin a Tûnis û Ereban, di kabîneyê de wezîfe daye 9 jinan. Li pêş kabîneyê krîza siyasî û ya ekonomîk a li welêt heye.
Di kabîneyê de çar endamên hikûmeta kevn hene. Samîr Saîd bûye Wezareta Ekonomî û Plansaziyê. Saîd ev 30 sal in ku li bankeyan rêveberî dikir.
Alî Mûrabît jî bûye Wezîrê Tenduristiyê. Mûrabîtî li Tûnis û Fransayê perwerdeya tibê dîtiye û serekê kampanyeya derzîya Covid-19ê bûye. Mûrabîtî jî weke Bûden ê, akademîsyen e. Osman el-Cerendî, di hîkumeta kevn de Wezîrê Karûbarê Derve bû. El-Cerendî di kabîneya nû de jî wê heman karî bike.
Li gorî vê rewşê kesên di kabîneya nû de cih girtine ev in:
(TP/FD)