Li navçeya Kerborana Mêrdînê nivîsên hişyariyê trafîkê yên bi kurdî yên "Pêşî Peya" û "Hedî" ku ekîbên Rêvebiriya Giştî ya Rêbejayan bi tevlêbûna polîsan rojek berê jêbiribûn, ji nû va hatin nivîsandin.
Hevşaredarê Kerboranê Azîz Ramazan Akîn jî beşdarî nivîsandinê bû.
Hevserokê Navçeya Kerboranê yê DEM Partiyê Abdurrahîm Aslan diyar kir kurdî nayê teamulkirin û wan îkonên hişyariyê bi kurdî ji nû ve nivîsandin.
Aslan, anî ziman ku ger ji bilî zimanê kurdî zimanek din ba wê ji bo dewletê neba pirsgirêk û her weha Aslan got ku ew ê xwedî li derketina kurdî bidomînin.
(RT/AY)