Fotograf: CNA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Hong Kongê bi hezaran kes ji ber yasaya şandina sûcdar û bersûcan hatiye guhertin dest bi çalakiyên protestoyî kirine. Li gor yasaya nû bi awayekê hêsanî sûcdar û bersûc dê bikare ji bo rêvebiriya Tayvan û Çînê bêne şandin.
Bi hezaran kesan ev yasa protesto kiribû û hikûmetê 15ê Hezîranê yasa sekinandibû lê betal nekiribû. Xwenîşander dixwazin yasa bê betalkirin.
Bixwîne - Li Hon Kongê xwenîşander çûne balafirgehekê û seferên balafiran sekinandine
Li Hong Kongê xwepêşander hemî dravên xwe ji bankeyan dikişînin û wan dikin dolarên Amerîkî. Armanca xwepêşanderan protestokirina rêveberiya Çin û Hong Kongê ye.
Li gorî nûçeya Chine Timesê wezareta darayî pêşketinan ji nêz ve dişopîne û ji bo xurtkirina kontrolên rîskan xebatan dike.
Juan Ching-hwayî gotiye heşt bankeyên Tawyanê ên li Hong Kongê bi qasî 200 milyar dolarên amerîkî di bin rîskê de ye. Beşek ji van ên bankeyan ên hikûmetê ne.
Li platforma ser medyaya civakî ya bi navê LIHKGyê, fotograf hatine par ve kirine û hatiye gotin ku dirav li bankeyan nemaye.
Xwenîşandarek ji malpera Bussines Insiderê re axivî ye û otiye ku heta duh 70 milyon dolarê Hong Kongê (bi qasî 9 milyon dolarê DYAyê) ji bankeyan hatiye kişandin. Lê ev îdia nehatiye piştrastikirin. (PT/HC/FD)
* Hîcran Cengîzê ev nûçe wergerandiye