Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de polîsan îro li Enqereyê bi ser gelek malan de girtin û 8 kes desteser kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de sedema desteserkirinan weke “di nava sînorên Enqereyê de tevlî çalakiyên rêxistinî bûne” û “li ser hesabên medyaya civakî propagandaya rêxistinê kirine” nîşan daye.
Endama Meclisa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû û Serokê Giştî yê BTSê yê berê Nazim Karakurt jî di nav kesên desteserkirî de ne.