Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Svenja Schulze, Wezîra Jîngehê ya Almanyayê aşkere kiriye ku ew ê kîsikên naylon bi temamî qedexebikin.
Schulze gotiye, beriya niha kîsikên naylon bi pere dihatin firotin lê encam ne bidile wan bûye û wan jî biryara qedexeyê standiye.
Li gorî nûçeya BBCya tirkî, ji sala 2015ê û vir ve bikaranîna kîsikên naylon li Almanyayê ji sedî 64 kêm bûye.
Wezîrê negotiye ev biryar wê kengî dest pê bike.
Li Ingilîstanê ji sala 2015ê û vir ve kîsikên naylon bi pereyan tê firotin. Kîsikek bi 5 peniyan tê firotin. Hatiye diyarkirin ku li Ingilîstanê bikaranîna kîsikên naylon ji sedî 90 kêm bûye.
Ji sala 2020ê û pê de bihayê kîsikên naylon bi qasî du qatê xwe wê zêde bibe. Piştî meha Nîsana li pêş kîsikên naylon, amûrên lihevxistina kokteylan û darikên paqijkirina guhan jî wê bên qedexekirin.
Tê plankirin ku piştî sala 2021ê li tevahiya welatên Yekîtiya Ewropayê, kelûpelên weke pîpet, çetel û kevçiyên plastîk wê bên qedexekirin.
Di Kanûna Pêşiyê ya 2018ê de “Pêşnûmeya Hin Qanûnan ên Derbarê Guhertinên di Qanûna Jîngehê û Hin Qanûnan de” di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin û ketiye meriyetê.
Li gorî vê yasayê, kîsikên naylon bi 25 quruşan tên firotin. Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê wê karibe her sal bihayê kîsikan biguherîne. (EMK/FD)