Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî du dozên cuda li Wezîrê Karûbarên Navxweyî Suleyman Soylûyî vekirine.
Akşenerê bi sedema ku "êrîşên bi israr, bi zanebûn û ên bi berdewamî li mafên wê şexsî dike" doz lê vekiriye û daxwaz kiriye ku bi 5 qurişan were cezakirin.
Ji ber gotina "Patronê PKK, HDP û Meral Akşenerê DYA ye" ya Soylûyî û hin gotinên din ên di demên cuda de kirine, Akşenerê serî li dozvekirinê daye.
Parêzerê Akşenerê Ûgûr Poyrazî di daxwaznameya xwe de behsa van gotinên Soylûyî kiriye:
Kemal Kiliçdaroglûyî jî ji ber gotinên Suleyman Soylûyî yên derbarê wî de, gilî kiriye. Parêzerê Kiliçdaroglûyî Celal Çelikî diyar kiriye ku ji ber Soylûyî ji Kiliçdaroglûyî re gotiye, "bêşeref", wan giliyê Soylûyî kiriye û doza 200 hezar TLyî kiriye.
Çelîkî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku Wezîrê Karûbarên Navxweyî Suleyman Soylûyî di dema civîna Komîsyona Plan û Budçeyê ya Parlamentoyê de i bo Kiliçdaroglûyî gotiye, "bêşeref" û wan jî doz vekiriye.
(HA/FD)