Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şerê Rûsya û Ûkraynayê de ku ji îro pê ve ketiye roja 511emîn. Piştî teqînên li ser Pira Kerçê li herêmê dîsa rageşî derketiye.
Piştî teqîna ku di encamê de 2 kes mirine û zarokek birîndar bûye, Rûsyayê li ser hev êrîşên esmanî li seranserê Ukraynayê, di nav de bajarên bendergeha başûrê Odessa û Mykolaiv pêk anîne. Hatiye aşkerekirin ku zirar li bendera Odessayê jî ketiye.
Li gorî rojnameya The Kyiv Independentê hêzên hewayî yên Ukraynayê 31 ji 36 dronên kamikaze yên Shahed, her 6 mûşekên Kruzê yên Kalibr û dronek keşfê xistine xwarê.
Li gorî rayedarêb herêmî di 18ê Tîrmehê de ragihandine Hêzên Rûsyayê bajarên Donetsk, Kharkiv, Kherson, Odesa, Sumy, Zaporizhzhia, Chernihiv, Dnipropetrovsk, Luhansk û Mykolaiv kirine armanc,
Di êrîşan de 6 kes mirine û herî kêm 25 kes jî birîndar bûne.
(NT/AY)