Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Atolye BIA wê Kargeha Rojnamegeriya Mafparêz pêk bîne. Rojnameger Murat Bayram û Ferid Demirel, edîtorê bianet kurdiyê wê moderatoriya kargehê bikin ku wê kargeh online be.
Bernameya kargehê bi kurdî ye û wê di 20-21-23-25-27-28ê Sibatê de bi hevkariya Botan Internationalê were li dar xistin.
Rojnamegerên ku li JinNewsê, REUTERS, BBC, Botan International, Arta FM û bianetê kar dikin wê tecrubeyên xwe bi beşdaran re par ve bikin.
Di kargehê de wê Ferid Demirel, Murat Bayram, Safiye Alagaş, Hatice Kamer, Sertaç Kayar û Şîrîn Hiso dersan bidin.
8 dersên ku wê di kargehê de hebin ev in:
Kesên li saziyên medyaya berbelav, rojnamegerên bêkar hatine hiştin, xwendekarên beşên rojnamegeriyê, radyo û televizyonê, rêxistinên mafparêz û her kesên ku bala wan li ser van mijaran e, dikarin serî li kargehê bidin.
Hûn dikarin heta 17ê Sibatê saet 10.00ê serî lê bidin.
Her yek ji beşdaran, wê di dema atolyeyê de bi piştgiriya moderatoran nûçeyeke taybet amade bike. Hinek ji van nûçeyan wê li malpera Atolye BIAyê û bianetê werin weşandin.
Ji bo zanyariyên zêdetir û pirsan hûn dikarin ji [email protected]ê re binivîsin.
* Beşdariya kargehê belaş e.
* Kesên ku bixwazin dikarin piştî kargehê sertîfîkayekê bidest bixin.
Ji bo forma serlêdanê bitikîne
(SO/FD)