Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yaşar Aslan 30 sal in di girtîgehê de ye. Niha li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Hejmara 2yem a Tekîrdagê ye. Lijneya Rewşa Başiyê digel ku Aslanî cezayê lê hatiye birîn qedandiye, ew tehliye nekiriye.
Li gorî nûçeya MAyê, Lijneyê bi mehneya ku “poşman nebûye” cara duyem e taloq kiriye.
Aslan dema xwendekarê Fakulteya Hiqûqê yê Zanîngeha Dîcleyê bû, di Kanûna Pêşiyê ya 2022yan de, bi sedemên siyasî hatibû girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ew dadgeh kiribû û cezayê miebetê lê birîbû.
Li gorî qanûnan Aslan diviyabû ku du 27ê Kanûna Pêşiyê ya 2022yan de tehliye bûba. Lê bi mehneya ku “poşman nebûye” tehliyekirina wî 3 mehan taloq kirin.
Lijneya Rêvebir û ya Çavdêriyê ya Girtîgehê di 27ê Adarê de careke din rewşa Aslanî nirxandiye lê dîsa bi heman mehneyê tehliyekirina wî 3 mehan taloq kiriye.
Birayî wî Muslum Aslan ji MAyê re gotiye, ya li birayê wî dikin îşkenceyeke demdirêj e. “Divê komeleyên mafên mirovan û her kesên ji xwe re dibêjin demokrat, pêşverû û rewşenbîr li dijî van helwestên dadgehên li gorî serê xwe tevdigerin bibêjin ‘bes e’ û berteka xwe nîşan bidin.”
Aslanî destnîşan kiriye ku ger tiştek bi serê birayê wî were berpirs wê lijneya biryara taloqkirinê daye, be.
Wekîla Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş mijar biriye rojeva Parlamentoyê û bertek nişan daye.
Parlamentera HDPyê ya Mêrdînê Pero Dundarê jî têkildarî mijarê pirsyarnameyek pêşkêşî Parlamentoyê kiriye û xwestiye Wezareta Dadê pirsên wê bibersivîne. (AS/FD)