Ji ber barana zêde û lehiyê, li Tirkiyeyê 9 kes mirin.
Barana zêde ya roja Şemî û Yekşemê li seranserê Tirkiyeyê bû, li Êlih û Amedê bû sedema mirina 8 kesan.
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Kar û Barên Navxwe Alî Yerlîkayayî ya li Eregliyê 3 welatî ji ber lehiyê mirin. Her weha cenazeyê xebatkarekî keştiya ku noqî avê bûbû, hate dîtin.
Ji ber barana zêde, li Êlihê lehî rabû û jina bi navê Lalîhan Guner a 54 salî û sê zarokên xwe bi ber avê ketin. Piştî demekê cenazeyê Gunerê ya niştecîha Taxa Seyîdan e, hate dîtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, temenê zarokan di navbera 1 û 9an de ye.
Vê sibê xebatên lêgerîna 3 zarokan dest pê kiriye û di encamê de cenazeye 3 xwişk û birayan hatine dîtin.
Baranê bandoreke zêde li gelek taxên Hurriyet, Gultepe, Fatîh, Belde, Şafak, Karşiyaka, Kultur, Çamlitepe û Seyîdan kir û gelek mal di bin avê de man.
Baranê bandoreke mezin li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê jî kir. Piştî barîna baranê, av kete nava nexweşxaneyê.
Waliyî Êlihê Ekrem Canalpî daxuyaniyek weşand û diyar kir ku 3 welatî birîndar in û ew birine nexweşxaneyê.
Di sala 2006an de li heman cihî dîsa ji ber barana zêde lehî rabibû û 11 kes miribûn.
Li Amedê jî ji ber baranê av rabû û li navçeya Hênê welatiyê bi navê Behçet Avci kete çem û ber bi avê ve çû. Avciyê 45 salî li nava erdekî hate dîtin. Avciyê birîndarbûyî birine nexweşxaneyê lê digel hemû midaxeleyan ew miriye.
Li Farqîn û Bismilê jî lehî rabû û av kete nava gelek malan.
Li gorî nûçeya Rojnameya Xwebûnê li gundê Fêra yê navçeya Farqîna Amedê ji ber barana pir zêde lehî rabû. Ava ku ji Çemê Xiyaz Bega û Çemê Delê hatin li nava gundê Fêra gihîştin hev bû lehî. Lehiyê xesarek mezin da ka û erdên gundiyan. Lehiya li gund rabû lodên kayê û gelek alav û amûrên li nava gund dan ber xwe. Gelek alavên gundayan bi lehiyê re çûn.
LI FARQÎNÊ LEHÎ RABÛ
— Kadrî Esen (@kadriesen1) November 19, 2023
Li gundê me Fêra #Farqîn baraneke zêde bsriya û lehî rabû. Baran û lehiyê ev encam bi xwe re anî.#Baran#Lehî#Amed pic.twitter.com/nWwwxBR9C9
Li navçeya Eregliyê ya Zongûldakê keştiyek noqî avê bûye. Xebatên lêgerînê yên xebatkarên keştiyê berdewam dikin. Di encama xebatan cenazeye xebatkarekî hatiye dîtin.
Barana zêde li navçeya Artûklû û ya Qoserê ya Mêrdînê bû sedem ku av bikeve nava malan û dikanan.
Li navçeya Artûklûyê ji ber barana zêde lêhî rabû û av kete nava malan. Ji ber baranê, kevir û heriya li ser rê kom bûbû, rê asê kirin. Her wiha li Rêya Kamor û kolanên navberê yên Kolana Yenîyolê jî ji ber ava kombûyî, welatî û wesayit bi zehmetî derbas bûn.
Li navçeya Artûklûyê, li gelek cihan bagera dijwar, dar qelibandin. Darek li ser Rêya Yenîyolê qelibî ser trafoyekê û trafo jî ji ber bagerê qelibî. Herwiha gelek tabelayên kargeh û navnîşanan jî ji cih derketin.
Digel barana zêde bariya û lehî rabû, Şaredariya Artûklûyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya bi destê kayûm ve tê birêvebirin, xebat neda meşandin.
Li navçeya Qoserê av kete nava mal û kargehan. Kolan bûn gola avê û tabelayên kargeh û navnîşanan jî ji cih derketin.
Çend dîmen ji Marsê. ☀️#mars #mêrdîn pic.twitter.com/FhcovolzB1
— Beekeeper Wahdet 🐝 (@Wahdetucar) November 19, 2023
Duh ji saetên serê sibehê heta ber êvarê li beriya Nisêbîn, Qoser yên Mêrdînê û bajarê Hesekê toz û bager heye. Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo bajar hişyariya bi “Koda zer” da û piştî bagerê asîmanê Mêrdînê zer bû. Ji ber toz û ecaza zêde çav çavan nabîne û ezman ser bûye. Li gelek taxan jî ceyran hatin birîn.
(FD)