Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezîrê Çandiniyê yê Îsraîlê Ûrî Arîelî aşkere kir ku wan îtxalata çandiniyê ya ji Tirkiyeyê daye sekinandin. Arîelî ev agahî li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kir û wiha got: “Em ê piştgiriya wî welatî nekin ku hewl dide bi durûtiyê dersa exlaqê bide Îsraîlê.”
Her weha gotiye; “Min weke Wezîrê Çandiniyê îro ferman daye ku îtxalata berhemên çandiniyê yên ji Tirkiyeyê bê sekinandin. Em ê piştgiriya wî welatî nekin ku hewl dide bi durûtiyê dersa exlaqê bide Îsraîlê. Di dema ku hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê û leşkerên IDFyê welatiyên Îsraîlê diparêzin de Erdogan şîretan dide hemû cîhanê û fînansa rêxistên terorê yên weke HAMASê dike”.
Piştî ku DYAyê Balyozxaneya xwe bir Qudsê û bûyerên piştî wê, Eitan Naeh Balyozê Îsraîlê li Enqereyê, vegeriya welatê xwe.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ji ber qetlîama li Xazeyê, duh bang li Naehî kiribû û jê xwestibû ku ‘Ji bo demekê vegere welatê xwe wê baş be’.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) Naeh ji Enqereyê hatiye Stenbolê û saet 11.15 deqîqeyan, bi balafirê çûye Tel Avîve.
Îsraîlê rewşa ku li balafirxaneyê ya dema Eitan Naveh Balyozê Îsraîlê diçû Îsraîlê derketiye holê protesto kiriye ku çapemenî li wir hazir bûye û hêzên ewlehiyê li ser Navehî geriya ne.
Wezareta Navxweyî ya Îsraîlê aşkere kir ku wan bang li Ûmût Denîz maslahatguzarê Tirkiyeyê kirine. (PT/FD)