Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî têkildarî tayînkirina mamosteyên kurdî daxuyaniyek nivîskî weşandiye.
Înîsiyatîfê di daxuyaniyê de wiha gotiye: “Di roja 26.01.2011an de Lijneya Xwendina Bilind (YOK) vebûna beşên ziman û edebîyata Kurdî pesend kir. Bi biryara YOKê re li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê, Zanîngeha Muş Alparslanê û Zanîngeha Bîngolê beşên ziman û edebîyata Kurdî vebûn. Li gel vana dîsa li Zanîngeha Çewligê û li Zanîngeha Mûnzûrê ya Dersimê beşên ziman û edebîyata Zazakî hatin vekirin. Heta niha bi sedan xwendekaran ev beşana qedandine û bawernameya lîsansê wergirtine. Hê jî her sal zêdeyî 100 kesî van beşan di qedîn e.”
Însiyatifê diyar kiriye û gotiye,”Mixabin Wezareta Perwerdeyê salê 2-3 kesan ji van mamosteyan wezîfedar dike. Lİ gel ewqas mezûn û xwendekarên Kurd yên li dibistanên seretayî û navendî, em vê hejmarê kêm dibînin û daxwaz dikin ku di demeke nêz de hem mamoste hem jî xwendekar bigîhêjin mafê xwe yê rewa.”
Her weha Însiyatifa Mamosteyan bang li xwedî û berpirsên kolêj û kreşên li bajarên bi piranî Kurd lê dijîn e ku di mufredatên wan de dersên Îngilîzî, Erebî, Fransî û hwd. hene kiriye û gotiye, “Daxwaza me ew e ku Kurdî jî têxin nav perwerdehiya xwe ya pirzimanî.”
“Em daxwazê ji hemû nûnerên siyasî, saziyên ziman û çanda kurdî, saziyên sivîl, berpirsên komeleyan û rewşenbîrên Kurd dikin ku ji her demê bêtir îro xwedî li zimanê Kurdî derkevin.”(RT/AY/FD)