Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê derbarê 20 girtîgehên li Herêma Marmamarayê de raporek binpêkirina mafan a sê mehan amade kiriye.
Rapor di çarçoveya binpêkirinên di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Paşiya 2021an de qewimîne hatiye amadekirin û ji 65 rûpelan pêk hatiye.
Her weha komîsyonê raporê xwe li avahiya ÎHDa Stenbolê eşkere kiriye. Bûyerên binpêkirinê yên qewimîne bi rêya faks, name, malbat û parêzerên girtiyan hatine tomarkirin an go bi rêya telefonê an jî rasterast çûne komeleyê serlêdan kirine hatine berhevkirin û tespîtkirin.
Rapor ji binpêkirinên ku li girtîgehên Îmraliyê, Sîlîvrî, Tekîrdag hijmarên 1 û 2yan, Edîrne Tîpa F, Kandira Tîpa F, Bakirkoy a Jinan, Bandirmaya Balikesîrê Jimara 1’an a Tîpa T, Maltepe Jimara 2’yan a Tîpa L, Gebze Tîpa M, Şakran a Jinan, Wan Tîpa F, Metrîs Tîpa T, Bolû Tîpa F, Kayserî ya Jinan, Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F, Kocalieyê Jimara 1an a Tîpa T, Riha Jimara 2yan a Tîpa T, Şakran a Nû hijmara Tîpa T, Umraniye Tîpa E û Seydîşehîra Konyayê pêk hatiye.
Di raporê de bûyerên binpêkirinê yên wek îşkence, muameleya xerab, astengkirina mafê tenduristiyê, ragihandinê, xwarinê, avê, lixwenêrîn, rêgeza înfaza wekheviyê cih digirin.
Di raporê de hatiye gotin herî zêde serlêdanên binpêkirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê û Girtîgeha Tekîrdagê cih digirin û herî zêde jî di meha mijdarê de serlêdan hatiye kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku bi giştî 89 serlêdan hatine kirin û ji van serlêdanan 76 jê aydî girtiyên siyasî ne û gelek binpêkirin hatin tespîtkirin. Li gorî raporê di meha cotmehê de 32 serlêdan hatine kirin û hezar û 100 binpêkirin, di meha mijdarê de 33 serlêdan hatine kirin û hezar û 368 binpêkirin, di meha kanûnê de 24 serlêdan hatine kirin û 750 binpêkirinan cih girtiye. Bi giştî 2 hezar û 540 binpêkirin hatine tespîtkirin. Her wiha binpêkirinên bi riya çapemeniyê jî 278 binpêkirin hatine tespîtkirin. Komîsyonê di raporê de ragihand ku bi riya serlêdan û çapemeniyê bi giştî 3 hezar û 118 binpêkirin tespît kirine. Ji van binpêkirinan 8 jê jî binpêkirina mafê jiyanî ye.
Li gorî raporê herî zêde bûyerên îşkence, lêdan û muameleya xerab, lêferzkirina nasnameya “terorê”, cezayên lêpirsînê û şermezarkirina bi sedemên kêfî û sewqên bi darê zorê qewimîne. Herî kêm 85 kes bi darê zorê ji girtîgehan hatine sewqkirin. Her wiha îşkence li 50 kesan hatiye sepandin û derbarê 126 kesan de cezayê şermezarkirinê an jî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku tercrîda li girtîgehan girantir bûye û girtî bi zextên giran re rûbirû ne.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê