* Fotograf: Evrim Aydın / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Endamên Komîsyona Diyarkirina Hindiktirîn Mehaneya ji bo hindiktirîn mehaneya sala 2021ê diyar bikin, cara dawiyê li hev kom bûne.
Li gorî rêkeftinê hindiktirîn mehane, bêyî qutkirina bacan 3 hezar û 577 lîre û 50 quriş be. Piştî qutkirina bacan wê hindiktirîn mehane bibe 2 hezar û 825 lîre û 90 quriş.
Di sala 2020an de hindiktirîn mehane 2 hezar û 324 lîre bû. Di 1ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de hindiktirîn mehane beramberî 391 dolarên amerîkî bûn. Îro li beramberî 377 dolaran e.
Zehra Zumrut Selçûk, Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetguzariyên Civakî gotiye ku “Hindiktirîn mehane li gorî sala borî 500 lîre zêtedir bûye, rêjeya wê ji sedî 21,56 bilindtir bûye.”
Nazmî Irgat, Sekreterê Perwerdeyê yê Giştî yê Turk-Işê jî wiha axiviye: “Hindiktirîn mehaneya safî ya hatiye diyarkirin, têrê nake, dûrî bendewariyên karkeran e. Em li dijî vê biryara hikûmet û kesên patron derdikevin û beşdar nabin.”
(HA/FD)