Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Pervîn Bûldan Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna koma partiya xwe de derbarê rojevê de axivî.
Bûldanê got ku, “Em ê mal bi mal, kolan bi kolan bigerin û xebatên xwe berdewam bikin. Em ê bi ruhê 7ê Hezîranê 24ê Hezîranê bi serkeftina demokrasiyê re û bi hev re bibin encamê” û wiha berdewam kir:
“Guhertina vû çûna nebaş di destê we de ye. Guhertin bi tevlêbûna te çêdibe. Em soz didin û vê bersivê didin Tayyîp Begî; Ji te re ne serokatî ne jî 400 parlamenter heye. Em daxwaza dengê 50 milyon dengdêran dikin, di parlamentoyê de HDP, di hilbijartina Serokomariyê de Demîrtaş!”.
“Weke ku hûn dizanin demeke kurt maye ji 24ê Hezîranê re. Em bihêz in, bihêvî ne, bibiryar in, xwedî bawerî ne, wêrek in, em ê bi serkevin. Em ji biryardarî û ronahiya di çavên gelê xwe vî tiştî fam dikin ku li vê salonê û li meydanan em bi wan re kom dibin.”
Buldanê li ser hevdîtinên ji bo hevbendiya di navbera partiyên Kurdan de axivî û got, gelê Kurd ji wan hevbendiyeke wiha dixwaze û li ser navê HDPyê spasiya rêveberên partiyên Kurdan kir.
Buldanê her wiha daxwaza azadbûna Demîrtaşî kir û got, "Piştî ku namzetiya Serokomariyê ya Birêz Demîrtaşî teqez bû, divê azad bibe û bi hilbijêrên xwe re, mil bi mil vê pêvajoyê temam bike. Heke hûn ji xwe bawer in, heke hûn natirsin, Birêz Demîrtaşî berdin, bila derkeve meydanan û pê re bikevin pêşbaziyê.’’ (TP/FD)