Hatîce Çevîk, Hevşaredara Pirsûsê ya ku qeyûm li şûna wê hatibû tayîn û bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye” hatibû kirtin, tehliye bûye.
Keça Çevîkê û xizmeke wê di Qetlîama Gara Enqereyê de can dabûn.
Çevîk bi îdiaya ku “endama rêxistiniyê” ye hatibû girtin. Duyem danişîna doza Çevîkê li 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê berdewam kiriye. Çevîk ji ber ku li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tê girtin, bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûye. Ahmet Ceylan, Îsmaîl û Muslum Baran, parêzerên Çevîkê beşdarî danişînê bûne.
Çevîkê hemû tohmet ret kiriye û gotiye ku ji bo qeyûm tayîn bikin hin îdia derxistine holê. Çevîkê tehliyeya xwe xwestiye.
Dadgehê jî ev daxwaz qebûl kiriye û Çevîk tehliye kiriye.
Dadgehkirin wê 27ê Çiriya Pêşiyê berdewam bike.
Rojda Nazlier, Hevşaredara Karazê ya Amedê duh (22yê Hezîrana 2020an) ji hêla 3yem Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hatibû tehliyekirin. Nazlier jî ji wezîfeyê hatibû avêtin û qeyûm li şûna wê hatibû tayînkirin.
Nazliera ku li Girtîgeha Jinan a Bunyanê dihat girtin bi rêya SEGBISÊ beşdarî danişînê bûye û xwestiye serbest bibe.
Dadgehê jî ev daxwaz di cî de dîtiye û Nazlier tehliye kiriye. (FD)
* Çavkanî û fotograf: Ajansa Mezopotamyayê