Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qayûm wê bi rê ve dibe daxuyaniyek weşand û got ku ew berdewama Rêya Şêx Seîdî çêdikin, nîqaşên derbarê Şêx Seîdî de dest pê kirin. Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag, Rêxistina bajarê Amedê ya Partiya Komunîstan a Tirkiyeyê (TKP) di serî de hin kesan daxuyanî dan û diyar kirin ku “Şêx Seîd şerîatparêz e” û Şêx Seîdî “ji bo berjewendiya emperyalîzma Ingilîstanê serî hildaye.”
Rojnameger Fatîh Altayliyî jî di dema bernameyeke xwe de diyar kir ku Şêx Seîd “Hevkarî bi ingilîzan re kir û li dijî Komara Tirkiyeyê serî hilda, xwest vî welatî birûxîne, dabeş û parçe bike.”
Faysal Firat, neviyê Şêx Saît û kurê Şêx Elî Rizayî, ji bo niqaşên li ser Şêx Seîdî çêdibin, heqaretên lê tên kirin bi bianetê re axivî.
Firatî got Şêx Seîd ti carî li ol û îdeolojiya mezlûman nenêriye û tim li gel wan sekine ye, bi fikr û zanebûna mirovan re bi eleqeder bû ye: “100 sal in zordariyeke bi rêk û pêk li me kurdan dibe.”
Firatî got ku Şêx Seîdî ‘li dijî zilmê û neheqiyê serî hilda’ û diyar kir ku “Nirxandina Şêx Seîd Efendiyî bi gotinên ‘paşverû’, ‘feodal’ tê wê wateyê ku wî weke dijminê mirovatiyê dinirxînin. Şêx Seîd Efendî, serokekî nazik, biedep û rêzê ji mafên mirovan re nîşan dida.”
“Faysal Firat wiha pê de çû: “Naxwazin civak serhildana Şêx Seîdî fêm bike. Gava Şêx Seîd bixwînin û fêm bikin, wê pergala wan hilbiweşe. Ev pergal bi serhildana Şêx Seîdî re li hev neyê, nikare pêş ve biçe û wê di mijara başkirina şert û mercên demokratîk ên gelê kurd de ti gavan neavêjin.”
Faysal Firatî behsa wan gotinên rojnameger Fatîh Altayliyî kir ku ji bo Şêx Seîdî gotibûn û got: “Ez heqaretên wî bi zêdeyî li wî vedigerînim. Ez bi rengekî zelal dibêjim, ger ingilîzan piştgirî daba kurdan, me ev venedişart, lê nedan.”
Firatî diyar kir ku ew ê li dijî hewaret û êrîşan bêdeng nemînin: “Ev zilm û zordariya dibe bi rêk û pêk e. Sed sal in zilmeke bi rêk û pêk li me kurdan dibe. Ji bo vê divê em li ber xwe bidin û têbikoşin. Divê em ji hev hez bikin. Divê îdeolojiyên me nekevin pêş kurdbûna me û mirovbûna me. Îro parastin û hezkirina kurdan, erkeke mirovatiyê ye. Bêyî ku mirov bibe mirov, nikare bibe oldar û xwediyê îdeolojiyan.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ay Gelan (DEM Partî) ttêkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Xyê yê fermî daxuyaniyek bi kurmancî û zazakî/kirmanckî weşand: “Şêx Seîd nirxê gelê Kurd e. Heqereta ku li wî tê kirin li gelê Kurd tê kirin. Em heqeretên ku li nirxên me tên kirin qebûl nakin û şermezar dikin. Şêx Seîd erjê şarê Kurdan o. Heqeretê ke ey rê yenê kerdene, şarê ma rê yenê kerdene. Ma nê heqeretan qebul nêkenê. " (BA/FD)