Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtîya Mêrdînê li malpera xwe ya fermî daye zanîn ku li hemî dibistanên navçeya Nisêbînê, li dibistaên nêzîkî sînorî yên Artûklû û Qosarê ji bo sê rojan perwerde dê neyê dayin.
Ji pêşiya niho li taxên Şenyurt û Akdoğanê yên Nisabînê ji bo du rojan dibistan hatibûn girtin.
Herweha Walîtîya Rûhayê jî li navçeyên Akçakale û Serêkanîyê ji bo sê rojan betlane hatibû îlankirin.
Li Pirsûsê du sivîl mirine du sivîl jî birîndar bûne
11ê Çiriya Pêşîyê li navçeya Sirûcê (Pirsûs) du bombeyên hewan teqîyane di teqînan de du sivîl mirine du sivîl jî birîndar bûne.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê sê bombe jî li zevîyên vala ketine û teqîyane. Li bajarên Mêrdîn û Rûhayê heta niho 7 sivîl mirine. 5 ji mirîyan zarok bûne.
Elif Terim û Mazlum Güneşên 11 salî li navçeya Serêkanîyê bi êrîşeka çekdarî hatine kuştin.
Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putinî 11ê Çiriya Pêşîyê li ser operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê gotiye:
“Heta niho kurdan xerdîyanîya wan dikir. Ew ê biçin. Vêca çêdibe ku DAIŞî birevin.”
“Ez ne piştrast im ka Artêşa Tirkiyeyê dê bikare vê yekê kontrol bike an no.”
“Heke ew kesên DAIŞî birevin gelo dê ber bi kû ve biçin, gelo dê bi ser Tirkiyeyê, Iraqê an jî bi ser cihên bêkontrol ên Sûriyeyê re revin? Divê em van hemiyan bizanin.”
Polîsan li Izmîrê 11ê Çiriya Pêşîyê 11 kesên ku li ser medyaya civakî li dijî “Operasyona Kaniya Aştiyê” nivîsîn desteser kirine.
Polîsan li ser 18 malên li navçeyên Aliağa, Dikili û Menemen de girtine. Li gor nûçeya AAyê welatîyên hatîn desteserkirin bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” hatine desteserkirin. Herweha ji bo hin welatîyan biryara desteserkirinê hatiye dayin û polîs li wan digerin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, 9ê Çiriya Pêşîyê Farhan Haqî diyar kir ku divê di hemî operasyonên leşkerî de rêz li şertên Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî bê girtin
Sekreterî herweha eşkere kiriye ku krîza li Sûriyeyê divê ne bi rêyên leşkerî lê belê bi rêyeka berfireh a sîyasî bê çareserkirin.
Herweha wî diyar kiriye ku divê yekîtîya axa Sûriyeyê bê parastin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trumpî daxuyandiye ku dewleta wî ne piştgira operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê ye.
Trumpî gotiye
"Vê sibeyê Tirkiyeya ku endama NATOyê ye. Sûriye dagir kiriye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne piştgira vê operasyonê ye. DYAyê bi awayekê gelek zelal ji Tirkiyeyê re gotiye ku ev fikreka xerab e.
"Vê gavê leşkerên Amerîkayê ne li herêmê ne.
"Tirkiyeyê teahût kiriye ku ew ê sivîlan, fileh jî tê de hemî kêmneteweyan biparêze. Em ê bawerîya xwe li vê soza wê bînin.
"Em li bendê ne ku Tirkiye pêgiriyê li taahûdên xwe bike."
Di 30ê Çiriya Pêşiyê (meha 10.) dema tezkereya destûrê dide Artêşa Tirkiyeyê li Iraq û Sûriyeyê operasyonê bike dê temam bibe. Ji bo artêş dest bi operasyona bi navê "kanîya aştîyê" bike divîya meclîsê destûr bidaya.
ÎYÎ Partî, Partîya Edalet û Pêşketinê (AKP) û Partîya Komarî ya Gelî (CHP) ji bo tezkereyê dengê erê day. Bi tenê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) dengê na daye.
Midûrîya Giştî ya Emniyetê 11ê Çiriya Pêşîyê ragihandiye ku ji ber parvekirinên li medyaya civakî yên li ser operasyona Tirkiyeyê pêvajoya hiqûqî hatiye dest pê kirin.
Bikarhênerên medyaya civakî bi “propagandaya ji bo terorê têne sûcdarkirin.” Herweha li gor emniyetê wan kesan “bi propagandaya reşkirinê, xelk ji bo kîn û nefretê tehrîk-kirine.”
HSDyê di daxuyaniyekê de gotiye, "Balafirên tirkan li Girê Sipî, Serêkaniyê, Eyn Îsa û Qamişloyê gundên sivîl bombebaran kiriye û li gorî zanyariyên pêşiyê hin sivîlan ziyan dîtine."
Recep Tayyip Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye ku operasyona bi navê “Kaniya Aştiyê” daye dest pê kirin.
Erdoganî wiha gotiye:
"Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê dijî PKK/YPG û DEAŞa rêxistinên terorê dest bi Herekata Kaniya Aştiyê kir."
"Armanca me ew e li sînorên me yên başûr korîdora terorê ya tê avakirin xera bikin û hizûr û aştiyê li herêmê pêk bînin."
"Bi Herekata Kaniya Aştiyê em ê gefên terorê yên li dijî welatê xwe berteref bikin."
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mûstafa Baliyi li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotiye: “Balafirên şer ûn tirkan li cihên ku sivîl lê hene dest bi operasyona hewayî kiriye.”
Serokomar Erdoganî bi rêya telefonê li Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli, Seroka Giştî ya İYİ Partiyê Meral Akşener û Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglûyî geriyaye û derbarê operasyonê de ew agahdar kiriye.
Wezareta Karûbarên Derve ji bo agahdariya derbarê operasoynê de bide, bang li Serkonsolosê DYAyê kiriye.
Her weha Wezaretê daxuyaniyek daye û gotiye ku ji bo agahdarkirinê bang li endamên Konseya Ewlehiyê yên Neteweyên Yekgirtî (NY) kirine.
Jean Claude Junker, Serokê Komisyona Ewropayê piştî ku operasyon li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye daxuyaniyek daye. Junkerî gotiye bila operasyon bê sekinandin û ew ê pereyan ji bo “Herêma Ewhe” nedin.
Piştî operasyon dest pê kiriye li Akçakaleyê, navçeya Rihayê biryara betlaneyê ji bo dibistanan hatiye standin.
Walîtiya Rihayê aşkere kiriye ku herêmên li ser sînor weke "Herêma Taybet a Ewlehiyê" hatiye diyarkirin.
Li gorî zanyariyan guleya roketê li Nisêbîn, navçeya Mêrdînê û Serêkaniyê, navçeya Rihayê ketiye.
(DB/MB)