Doza ku ji bo çalakiyên 1ê Gulanê hatibû vekirin, pekhat. Di danişîna yekem de 8 kes serbest bûn.
Danişîn li 25emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê hat li dar xistin. Di dozê de 8 jê girtî 12 kes bi tohmeta ku “li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanan derketine” û “li dijî polîsan li ber xwe dane”, “bi qestî birîndar kirine” û “zirar dane malê dewletê” tên darizandin.
Her weha di dozê de 19 polîsên gilîkar hene.
8 bersûcên girtî bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBÎS) li Girtîgeha Silîvriyê tevlî danişînê bûn.
Kesên di dozê de tên darizandin parastinên xwe kirin. Di parastinên xwe de gotin ku ew ji bo xwedîderketina li mafên xwe, di çarçoveya qanûnan de li qadê bûn. Girtiyan anî ziman ku mafê wan heye ku pirsgirêkên xwe li qadan bînin ziman.
Piştre jî li îfadeyên 12 polîsên weke gilîker di dosyayê de cih digirin hatin guhdarîkirin.
Parêzer Erman Ozturk, Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê parêzer Ezgî Onalan û parêzerên din jî wateya 1’ê Gulanê vegotin û bikaranîna mafên Destûra Bingehîn sûc nîne û xwestin tevahiya kesên tên darizandin bên berdan.
Pişti parastinan dadgehê biryara xwe aşkere kir. Dadgehê biryara berdana 8 girtiyan da û danişîn taloqî 7ê Kanûna Paşiya 2025an kir.