Li Stenbolê polîsan vê sibê bi ser gelek malan de girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdegirtina malan de endamên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Ciwanên Şoreşger, Federasyona Meclîsên Sosyalîst, Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) û Înîsiyatîfa Meclîsên Sosyalîst (SMI) di nav de herî kêm 15 kes hatin desteserkirin.
Kesên hatin desteserkirin birin Rêvebiriya Emniyetê a Stenbolê ku li Fatîhê ye.
Diyar bûye ku sedema desteserkirinan meşa 1ê Gulanê ya li Saraçhaneyê pêk hatibû ye.
Her weha dibe ku hejmara desteserkirinan zêde bibe.
(AY)