Fotograf: TMMOB
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yekeyên jinan ên çar rêxistinên ked û pîşeyî, derbarê budceya 2022yan a Wezareta Malbatan û Xizmetguzariya Civakî de daxuyaniyeke hevbeş weşandiye. Jinan daxwazên xwe û xalên li dijî wan derdikevin, di vê daxuyaniyê de diyar kirine.
Komisyona Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK), Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK), Koma Xebatê ya Jinan a Yekîtiya Odeyên Muhendis û Mîmaran a Tirkan (TMMOB) û Beşa Tenduristiya Jinan û Doktoriya Jinan a Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB), di daxuyaniya hevbeş de gotine ku, “Di polîtîkayên 2022an a AKPyê de û di budceya wê de jin nînin.”
Nu budceyeke li gorî zayenda civakî ye
Jinan diyar kiriye ku budceya 2022yan ne li gorî zayenda civakî ye:
Jinan daxwaz kirine ku budce demildest bi şûn de were kişandin û budceyeke wekhevîparêz were amadekirin. (KÖ/FD)