Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber gemariya hewayê li Delhiyê, paytexta Hindistanê hemû dibistan û zanîngeh hatine girtin. Her weha projeyên ji bo veguhastin û parastinê ne tê de, xebatên înşeatan heta 21ê Çiriya Paşiyê qedexe kirine.
Ji 11 santralên komirî bi tenê destûr dane pênc heb kar bikin.
Li Delhiyê asta PM2.5ê ango pirtikên dikarin bandorê li pişika mirovan bikin, gelekî bi ser wê astê ketine ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) diyar kiriye.
Ji ber emîsyonên endustriyel û wesayitan, rewşa hewayê û tozê û hin tiştên din, kiriye ku Delhî bibe gemartirîn paytextê cîhanê.
Cotkarên li eyaletên cîran, agir bera pirêzeyan didin û bi taybet di mehên zivistanê de hewa gelekî gemartir dibe.
Di demeke nêz de Festîvala Diwaliyê pêk hatibû. Li vir gelek agirbazî hatibûn bikaranîn û vê qalîteya hewayê xirabtir kiribû.
Ji ber vê rewşê Dadgeha Bilind a Hindistanê hikûmetên eyaletan û ya federal bi tundî hişyar kiriye û xwestiye tedbîrên “di demeke nêz de tedbîrên lezgîn” werbigirin.
Paşê Komîsyona Rêveberiya Qalîteya Hewayê ya Delhiyê daxwaza civînekê kiriye û tedbîrên lezgîn wergirtiye. (PT/FD)