Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dê û bavên Karacaîlê ku ji bo beşdarî rêûresma cenazeyê keça xwe bibin di 13yê Hezîranê de ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbarê Kobanêyê bûbûn saetên sibê ji Beyrûtê hatin Balafirxaneya Sabîha Gokçenê ya Stenbolê.
Derbarê Omer Karacagîlî û Nûray Erçaganê bi sûcê “propagandeya rêxistina terorê” de biryara zeftkirinê hatibû derxistin. Karacagîl û Erçagan li balafirxaneyê di dema kontrola pasaportê de ji hêla polîsan ve hatin desteserkirin û ew birin midûriyeta navenda polîsan a li Balafirxaneya Sabîha Gokçenê.
Dê û bavên Ayşe Denîz Karacagîhê piştî ku karê wan li emniyetê qediya, birin avahiya Qesra Edaletê ya Anadoluyê ya Stenbolê. Paşê jî Karacagîl û Erçagan hatin berdan.
Ayşe Denîz Karacagîl piştî Berxwedana Geziyê di Îlona 2013ê de di encama serdegirtina malan de hatibû desteserkirin. Tevlî çar kesan bi awayekî girtî dihat darizandin û di dozê de bi “hewldana jiholêrakirina dewleta Komara Tirkiyê, ji bo hikûmetê ji holê rake çalakiyan lidar bixe, berxwedana bi bandor a li hemberî polîsan, endamtiya rêxistina terorê ya bi navê MLKP û bi kefiya sor sembolkirina sosyalîzmê” dihat sûcdarkirin. (NV/FD)