Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 30ê Tîrmehê de di encama êrişa nijadperest de li Meram, navçeya Konyayê ji malbata Dedeogûllari 7 kes hatibû qetilkirin. Di 12ê Gulana 2021an de malbata Çalik û Keleş li dijî Malbata Dedeogûllariyî êriş pêkanîbû. Piştî êrişê derbarê 9 kesî de doz hatibû vekirin. Yekem danişîna dozê li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê pêk hatiye.
Di çarçoveya dozê de ji bersûcên girtî Alî Keleş (Kurê Velî) û Lutfî Keleş ên girtî bi rêya Sîstema Ragihandinê ya Deng û Dîmen (SEGBÎS), bersûcên bi awayê negirtî dad dibin Alî Çalik, Alî Keleş, Ayşe Keleş, Îbrahîm Keleş, Ramazan Çalik, Velîk Keleş û Yahya Çalik li salonê beşdarî danişînê bûn in.
Dadgehê biryara xwe ya navberê aşkere kiriye û biryara girtî mayîna bersûcên girtî Alî Keleş û Lutfî Keleş daye û danişîna taloqî 11ê Sibatê kiriye.
Danişînê bi tespîta nasnameyan destpê kiriye û yekane endamê Malbata Dedeogûllari Çetîn Dedeogûllari ku ji malbatê tenê ew maye, gelek xizmên malbatê, Alîkarê Hevserokên HDPê yê ji Karên Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûrat Çepnî, Huda Kaya, Zeynel Ozen û rêveberên partiyê tevlî danişînê dozê bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li danişîna ku gelek parêzer tevlî bûbûn du dozger û gelek polîs hebûn e.
Di salonê de dema Alî Keleş, Lutfî Keleş û Yahya Çalik axivîn xizmên malbata Dedeogullari bertek nîşan dane û ji wan re gotin "Derewan neke" û li ber rabû. Polîsan hewl dane malbatê asteng bike. Xizmên malbatê jî nerazîbûn nîşan dane û gotine: "Hûn wan asteng nakin, lê me asteng dikin."
Li ser vê yekê polîs bi ser xizmên malbatê ve çûne. Polîsan xizmên Malbata Dedeogûllariyî avêtine erdê û derp kirine.
Di dema êrişê de heyet ji salonê derketiye û polîsan salon vala kirin e.
Piştî îfadeyan Heyeta Dadgehê danişîn taloqî 11ê Sibatê kiriye.
Êrişkarên biçek duh (30 Tîrmeh) di saetên êvarê de bi ser mala malbata Dedeoglûyî de girtibûn û 7 kesên ku li malbûne qetilkirine û piştre agir berdabûn malê û revîbûn. Malbata Dedeogûllari li Kolana Hasankoya navçeya Merama Konyayê dijîn.
Bi îxbarkirina kesên derdorê ekîbên agirkujî û gelek polîs hatine cihê bûyerê. Piştî ku agir hatiye vemirandin terme Yaşar Dedeoglû, Barış Dedeoglû, Serpil Dedeoglû, Serap Dedeoglû, İpek Dedeoglû, Metin Dedeoglû û Sibel Dedeoglû ku bi çekan hatine kuştin, dîtine.
Malbata Dedeogûllari 24 sal in di heman kolanê de dijîn û di 12ê Tîrmehê de rastî êrişa komeke nijadperesta 60 kesî hatibûn. Koma nijadperest êriş bi gefên “Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bîjîn” pêkanîbû. Di êrişa nijadperest de 4 jê jin 7 kes brîndar bûbûn. Piştî êrişê 10 kesên ku hatibûn girtin serbest mabûn.
Heyeta dadgehê daxwaza girtina bersûcên ku berê hatibûn berdan qebûl nekiriye û danişîn taloqî 8ê Sibatê kiriye.
(TP/AY)