Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cemiyeta Rojnamegerên Azad li rapora xwe ya ji bo 1-15ê Gulanê, mafên rojnamegeran yên hatîn bipêkirin û bêhiqûqîya tê kirin eşkere kir.
Li gor raporê mafên hatîn binpêkirin ev in:
Rojnamegerên hatîn girtin
9ê Gulanê, Li Navçeya Stêvrê ya Mêrdînê, hêzên ewlehiyê bi ser malekê de girtiye û 5 kes girtine. Yek ji wan nûçegihanê DIHAyê, Abdulkadir Turay e. Ew 4 kesên dî bi tometa ‘’cih û arîkarîdana terorê’’ hatine girtin.
12ê Gulanê, Nedîm Turfend û Şermîn Soydan li Wanê hatine desteserkirin. Hatiye dîyarkirin ku li ser nûçegihanên navborî lêkolîneka dadî hatiye vekirin.
Nedîm Turfend bi biryara Dadgeha Navçeya Geverê ya Colemêrgê bi tometa ‘’endambûna rêxistineka terorî’’ hat girtin.
13ê Gulanê, Li Navçeya Kadikoyê ya Stenbolê edîtorê Weşanxaneya Aramê, Ferzende Taşan hatiye girtin.
Taşan bi tometa ‘’endambûna rêxistineka terorî’’ hatiye desteserkirin û paşê ji ber dozeka kevin a li ser wî hatibû vekirin, hatiye girtin.(AS/MB)