Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglûyî demeke berê gotibû ku kurê Serokê Giştî yê AKPyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî, kesûkarên wî, zavayê wî û midûrê wî yê berê yê karên wî yên taybet pare şandine wê şîrketa off-shore ku li Girava Manê hatiye avakirin. Kiliçdaroglû duh di Parlamentoyê de axivîbû û xwestibû ku partiya wî derbarê wî, hevjîna wî û xizmên wî de lêkolîna mal û milkên wan bê kirin.
Kiliçdaroglû duh wiha axivîbû: “Ez li vir dibejim, ez ji parlamenterên CHPyê re dibêjim, ji bo malbata min, zarokên min, neviyên min, zavayê min, heta û heta ji bo kesûkarê min, ji bo hemû kesan pêşniyaznameya lêkolînê bidin û bila lêkolîn li ser hemûyan bê kirin.”
Hatibû îdiakirin ku Zeynep Kiliçdaroglû keça Kemal Kiliçdaroglûyî ji Bûz Rezîdansê xaniyek kiriye ku Bûz Rezîdans ya Battal Îzgezdî Şaredarê navçeya Ataşehîr a Stenbolê ye.
Kiliçdaroglûyî ji parlamenterên CHPyê re gotibû; “Hin îdia derbarên min de anîn ziman. Keça min xaniyek kiriye. Ji bo zarokên min, zavayên min, keça min û heta û heta ji bo kesûkarê min pêşniyaznameya lêkolînê pêşniyaz bikin”.
Wezareta Karên Hundir bi hinceta ku li dijî Yasaya Avadaniyê û li hemberî Kanûna Têkoşîna bi Gendeliyê re û Kanûna Îhaleyên Dewletê derketiye Îlgezdî Şaredarê Ataşehîrê yê CHPyî ji kar dûr xistibû. Îlgezdî piştî biryarê gotibû ku “Hemû îdia bûbûn mijara dadgehê û dadgehê biryara beraetê dabû. Ti hesabê min nîne ku ez bidim, de kerem bikin werin!”
Kemal Kiliçdaroglûyî mal û milkên xwe di sala 2003, 2005, 2207, 2009 û 2010ê de bi raya giştî re par ve kiribû. Li gorî zanyariyên Kanûna Paşiyê ya 2010ê du xanî, eraseyek, sê parên kooperatîfan û 8 tabloyên ku buhayên wan 2 hezar û 733 lîre ne li ser Kiliçdaroglûyî qeydkirî ne. (PT/FD)