Fotograf: CHP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li şûna endamên kevn ên Lijneya Rêvebir a Navendî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) endamên nû hatine diyarkirin.
Piştî tûra duyem a hilbijartina Serokomariyê, endamên Lijneya Rêvebir a Navendî dest ji kar berdabûn.
Pozîsyona Alîkarê Serokê Giştî yê ji Rêxistin û Rêvebiriya Rêxistinê Berpirsiyar, betal bûye ku Ogûz Kaan Salici ew kar birêve dibir. Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû wê ji wê ji wî wezîfeyê berpirsiyar be.
Endamên Lijneyê beriya niha 17 bû, lê li gorî rewşa nû, ev hejmar kêm bûye û daketiye 14an. Alî Oztûnç, Bulent Tezcan, Fethî Açikel, Gamze Akkûş Îlgezdî, Gokçe Gokçen, Gulîzar Bîçer Karaca, Ogûz Kaan Salici, Selîn Sayek Boke, Mûharrem Erkek, Velî Agbaba, Seyît Torûn û Yuksel Taşkin, endamên berê yên lijneyê ku dest ji kar berdabûn, di lijneya nû de cih negirtine.
Endamên nû yên Lijneya Revebir a Navendî ên CHPyê ev in:
(VC/FD)