Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îspanya, Carles Puigdemontî tawanbar dike ku di sala 2017an de ji bo referandûmekî serxwebûnê ya cûdaxwaz serhildan pêkaniye.
Di dema referandûmê de Puigdemont serokê Katalonyayê bûye û li piştî dengdanê çûye Belçîkayê.
Puigdemont li balafirgeha Alghero ya Sardûnyayê ji aliye ekîbên polîsan ve hatiye desteserkirin. Li bendê ne di saetên pêş de wî bibine dadgehê.
Diçû festîvala folklorê
Parêzerê Puigdemont gotiye ku ew ji bo festîvala folklora Katalana çûye grava Deryaspî.
Referandûma 2017an, ragihandina serbixwebûnê ji aliyê parlamentoya herêmî ya Katalanê ve û ferzkirina serweriya rasterast li ser herêmê ji aliyê rêvebiriya Madrîdê ve bûbû sedema kûrtirîn qeyrana siyasî li Îspanyayê.
Têbiniyên têkildarî Katalonyayê