Duh (8ê Gulanê) bi çekan êrişî avahiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Bêrecûk a Rihayê kiribûn. Îşev careke din li dijî avahiyê êrişa duyem pêk hat.
Li gorî nûçeya Rojnameya Yenî Yaşamê vê carê camên avahiya navçeyê ya li ser Şeqama Abdulkadîr Erdil a Taxa Meydanê ye hatiye şikandin.
Heta niha nasnameya êrîşkar an jî êrîşkaran nehatiye diyarkirin. Duh piştî êrişê Halîl Begît, birayê Mehmet Begîtê ku piştî hilbijartinê ji DEM Partiyê îstifa kiribû, hatibû desteserkirin.