Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezîrê Dadê, Bekir Bozdagî eşkere kir ku ti pirsgirêkên ewlehiya Abdullah Ocalanê rêberê PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) nînin.
Bozdagî diyar kir di 28-29ê Nîsanê de, şandeyeka ji Lijneya Rênedana Îşkence û Mûameleya Xerab(CPT) çûye nik Ocalanî û wan hev dîtiye.
Di 2yê Îlonê de hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattîn Demîrtaş dema ku ji bo vekirina avahiya nû ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê çûbû Wanê, gotibû ku di 15ê Tîrmehê de, dema hewildana derbeyê çêbûyî, li Îmraliyê şerek çêbûye.
Di 31ê Tebaxê de Kongreca Civakên Demokratîk(KCD), Partiya Herêman a Demokratîk(DBP), Kongreya Jinên Azad (KJA), Kongreya Gelan a Demokratîk(HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) dîyar kiribûn ku ew li ser jiyana Ocalanî di fikarê de ne, 510 roj in wan agahî ji Ocalanî nestandine û ji ber wê ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin.(HK/MB)