Fotograf: IHDya Stenbolê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenboê yê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) rapora xwe ya sê mehan a Derbarê Binpêkirina Mafan li Girtîgehên Herêma Marmarayê de aşkere kiriye.
Rapor di encama wan serêdanan de amade kirine ku derbarê binpêkirinên mafan ên di mehên Kanûna Paşiyê, Sibat û Adara 2021ê de pêk hatine. Her weha nûçeyên ku derbarê bûyerên li girtîgehan de hatine weşandin jî ji bo raporê bûne çavkanî.
Di sê mehan de ji 21 girtîgehan 78 caran serî li Komeleyê dane ku ew jî ev in: Girtîgehên Kampusa Sîlîvriyê, Girtîgeha Tîpa Fyê ya Hejmar 1 û Hejmar 2yê ya Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê, Girtîgeha Tîpa Fyê ya Kandirayê, Girtîgeha Hejmar 2yê ya Metrîsê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Hejmar 2yê ya Alîagaya Îzmîrê, Girtîgeha Janan a Bakirkoyê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Hejmar 1yê ya Bandirmaya Balikesîrê, Girtîgeha Tîpa Lyê ya Çorûmê, Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Akhîsara Manîsayê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Ewlehiya Bilind a Elezîzê, Girtîgeha Jinan a Şakranê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Erzîncanê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Denîzliyhe, Girtîgeha Tîpa Eyê ya Antalyayê, Girtîgeha Tîpa Fyê ya Bolûyê, GirtîgehaTîpa Lyê ya Hejmar 2yê ya Maltepeyê, Girtîgeha Îmraliyê, Girtîgeha Yewnanistan û Girtîgeha Navendî ya Qeterê.
7 ji wan jin, 71 mêr 78 kesan serî li Komeleyê dane. Her weha 8 jê girtiyên ji ber sûcên siyasî yên din jî girtiyên siyasî bûne. Di encama kontrolkirina çapemeniyê de 83 bûyerên binpêkirinê dîtine.
Li gorî raporê di sê mehan de li ser hev hezar û 233 bûyerên binpêkirinê pêk hatine.
Di rapora ku ji 55 rûpelan pêk dihat de bûyerên binpêkirinê wiha rêz kirine: