Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji bo rojnameya hatî girtin, Ozgûr Gûndemê ji 3yê Gulanê û heta 7ê Tebaxa 2016ê kampanyaya nobedariya berpirsiyarîya weşana Ozgûr Gûndemê hat pêkanîn. Derbarê 11 lêpirsînan de doz nehat vekirin. Yek jê ji ber ku dema lêpirsînê tijî kir, bêyî ku encamê bistîne bidawî bû.
İhsan Eliaçık, Melda Onur, Sebahat Tuncel, Ahmet Abakay, Eşber Yağmurdereli, Hasip Kaplan, Işın Eliçin, Kemal Can, Mustafa Sönmez, Melda Onur, Uğur Karadaş.
A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün,Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan,Julide Kural, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker.
* Lêpirsîna derbarê Deniz Türkali de ji ber ku dema lêpirsînê tijî kir, bêyî ku encamê bistîne bidawî bû.
* Doza berpirsê berê yê Weşanê yê Ozgûr Gûndemê Hüseyin Aykol û yên nivîskarên rojnameyê Mehmet Ali Çelebi û Hüseyin Bektaşî bi dozên Düzkan û Duranî ve kirin yek.
Ji ber nivîsên wan di demên kampanyeya piştirgiyê ya bi Ozgûr Gûndemê de hatin weşandin derbarê nivîskar Ömer Ağin, Dilşah Kocakaya, Cengiz Baysoy û İlhami Bakır de jî doz hatin vekirin.
* Erol Önderoğlu, Ahmet Nesin û Şebnem Korur Fincancı berpirsên weşanê di 20ê Hezîrana 2016yê de hatin girtin. Piştî deh rojan serbest man.
Dadgehkirina her sê nivîskaran jî berdewam dikin û daneşîna dozê wê di 27ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê de berdewam bike.
22 doz bi encam bûn ku dozên Şanar Yurdatapan, İbrahim Bodur, Cengiz Baysoy, İmam Canpolat, Çilem Küçükkeleş, Nadire Mater, Yıldırım Türker, Hasan Cemal, Faruk Balıkçı, Dicle Anter, Derya Okatan, Kumru Başer, Ayşe Batumlu, Jülide Kural, İlham Bakır, Murat Uyurkulak, Murat Çelikkan, Beyza Üstün, Nevin Erdemir, Hakkı Boltan, Hasan Hayri Şanlı û Tuğrul Eryılmazî bû.
Ji bo Şanlı, Erdemir û Boltanî biryarên beraetê hat dayin.
Ji bo 22 kesan bi giştî 68 hezar TL cezayê pare û 187 meh û 15 roj cezayê girtinê hat dayin. Ji bilî cezayên Çelikkan û Canpolatî cezayên din hatin bipaşxistin.
Çelikkan di 14yê Tebaxa 2017yê de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Kirklarelî, di 14yê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de ew şandin girtîgeha vekirî û di 21yê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de hat tehliyekirin.
Di her 38 dozên ku di çarçoveya lêpirsînêa Ozgûr Gûndemê de hatine vekirin Midûrê Karên Nivîsê yê Berpirsiyar gumanbar e. Dosyayên Kizilkayayî ji dosyayên din ên berpirsên weşanê hat cudakirin û bi doza esasî ya Ozgûr Gûndemê kirin yek ku li 23yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tê dîtin.
Di doza esasî de Endamên Lijneya Şêwirmendiyê ên Weşanê yên Ozgûr Gûndemê Necmiye Alpay, Aslı Erdoğan, Ragıp Zarakolu, Filiz Koçali, Eren Keskin û midûrên karên nivîsê Zana Kaya, İnan Kızılkaya, Kemal Sancılı û Bilge Oykut tên dadgehkirin. Kızılkaya û Sancılı hîna jî girtî ne.
* 2yê Çiriya Paşiyê ya 2017yê, Said Sefa – 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê,
* 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê, Erol Önderoğlu, Ahmet Nesin, Şebnem Korur Fincancı – 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê,
* 28ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê, Veysi Altay – 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê,
* 28ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê, Can Dündar – 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê,
* 18yê Kanûna Paşiyê ya 2018yê, Ayşe Düzkan, Ragıp Duran – 13emîn Cezayê Giran a Stenbolê,
* 15ê Adara 2018yê, Faruk Eren, Ertuğrul Mavioğlu, Celal Başlangıç, Ömer Ağın, İhsan Çaralan, Celalettin Can, Fehim Işık, Öncü Akgül, Dilşah Kocakaya – 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê. (EA/MB)