Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Komîsyona Mafên Penaberan a Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê, piştî bi penaberên ku li Fermandariya Cendermeyan a Çinarê, navçeya Amedê tên girtin re civiyaye, raporek amade kiriye. Komîsyonê rapora xwe îro bi civîneke çapemeniyê aşkere kiriye.
Parêzerên di komîsyonê de ne, di navbera 21 û 24ê Îlonê de bi penaberan re û bi saziyên peywendîdar re axivîne.
Di raporê de endamên komîsyonê diyar kirine ku dersînorkirin him li gorî yasa û rêziknameyên netewî him jî li gorî yên navnetewî, şaş e.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di raporê de wiha hatiye gotin: “Dema ku penaber hatine girtin îfadeyên wan nehatine girtin, ji bo mafên xwe yên parastina navneteweyî de nehatine agahdarkirin û ji bo piştgiriya hiqûqî parêzer ji wan re nehatine peywirdarkirin. Têra wan betanî û amûrên paqijiyê nedane wan. Du rojên destpêkê tenê rojê carekê xwarin dane wan. Kontrolên wan ên tenduristiyê nehatine kirin. Ji ber îşkenceya ku pasdarên Îranê li wan kirine, laşê wan mor bûne û birîn li laşê wan derketine."
Di berdewamiyê de wiha hatiye diyarkirin ku piraniya penaberên bi wan re hevdîtin pêk anîne, Talîbanê dê û bavê wan kuştine û wan gotiye, “heke biçin, Talîbanê dibe ku wan jî bikuje.”
Pêşniyarên ku komîsyonê pêşkêş kirine wiha ne:
(FD)