Fotograf: Muzexaneya Bîrê ya ji bo Dada Dîrokî / Arşîva Coşkûn Aralî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Muzexaneya Bîrê ya ji bo Dada Dîrokî, di salvegera 43yan a Derbeya 12ê Îlonê ya 1980yî de muzexaneya xwe ya dijîtal vekir. Bi vê muzexaneyê endamên Muzexaneyê dixwazin sûcên li dijî mirovan hatine kirin tomar bikin û binpêkirinên hatine kirin berbiçavtir bikin.
Navê xebata ku hatiye 0001 Muze ye. Di vê muzexaneyê de koleksiyonên derbarê dîroka devkî, dosyayên dozan û tiştên bîrê ango hafizayê hene.
Di 12ê Îlona 1980yî de Hêzên Çekdar ên Tirkan, di bin serpereştiya Serfermandar Kenan Evrenî de derbeya leşkerî ya pêk anî. Ev derbe, di dîroka Tirkiyeyê de ya sêyem e ku bi encam dibe. Artêşê di encama vê derbeyê de dest danî li ser rêveberiya Tirkiyeyê.
Saet di 4ê sibehê de, bi rêya PTT û TRTyê, Belavoka Hejmara 1ê hat xwendin ku bi navê Serfermandar û Serokê Desteya Ewlehiyê ya Netewî hatibû amadekirin:
“Bi vê liv û tevgerê tê armanckirin ku, yekgirtina welêt biparêze, yekîtî û hevgirtina netewî saz bike, pêşiya şerekî navxweyî û pevçûna birayan a ihtimal e derkeve bigire, otorîte û hebûna dewletê ji nû ve saz bike û sedemên nahêlin sîstema demokratîk kar bikin ji holê rake…”
Li gorî arşîva muzexaneyê, bilançoya Derbeya 12ê Îlonê ya 1980yî wiha ye:
Fermandarên payebilind ên biryar dan ku Derbeya 12ê Îlonê pêk bê, derbe bi rêve birin, bingeha qanûnî û fîîlî ya sûcên li dijî mirovan pêk bên danîn û ji bo ev sûc bên kirin ferman dan û derfet ji wan re çêkirin û pêk anîn ev in:
1. Kenan Evren
Serokê Desteya Ewlehiyê yê Netewî (DEN), Serfermandar
2. Nejat Tumer
Endamê DENê, Fermandarê Hêzên Deryayî
3. Nûretttîn Ersîn
Endamê DENê, Fermandarê Hêzên Bejayî
4. Tahsîn Şahînkaya
Endamê DENê, Fermandarê Hêzên Asmanî
5. Sedat Celasûn
Endamê DENê, Fermandarê Giştî yê Cendermeyan
6. Alî Haydar Saltir
Sekreterê Giştî yê DENê
(TY/FD)