Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Enqereyê yê Komela Mafên Mirovan (ÎHD), Rapora Çavdêriya li Binpêkirinên Mafan ên Nîsan-Gulan-Hezîrana 2022yê yên Girtîgehan Herêma Anatolya Navîn aşkere kiriye.
Li gorî nûçeya MAyê, di raporê de hatiye diyarkirin ku di van her sê mehan de li girtîgehan, bi kêmanî 13 kes mirine. Ji van 5 girtî nexweşên ku nexweşiyên wan giran bûn, mirina çaran ji wan jî biguman bû, her weha, rayedaran îdia kiriye ku çar girtiyan jî xwe kuştiye.
Li gorî raporê, di sê mehên navborî de, 76 kesî ji girtîgehên Herêma Anatolyaya Navîn, 14 kesî jî ji girtîgehên din, bi giştî 90 kesî ji ber mafên wan hatine binpêkirin, serî li Komîsyona wan daye.
Li gorî raporê, girtiyan destên wan kelemçekirî dibin nexweşxaneyê. Girtî bi mahneya ku “doktor nînin” nayên dermankirin an jî rêveberiyên girtîgehan dermanên wan nadin wan.
ÎHDyê aşkere kiriye ku di mehên Nîsan-Gulan û Hezîrana 2022yê de li girtîgehên Herêma Anatolyaya Navîn îşkence û kiryarên xirab bi kêmanî li 15 girtiyan bûye:
“Rayedarên girtîgehan bi fikra ku “ji xwe wê lêpirsîna wan neyê kirin û ew ê neyên dadgehkirin” û ji ber ku serlêdanên girtiyan ên li cem Wezareta Dadê bê bersiv dimînin, bûyerên mîna van bûyeran gelek caran pêk tên û her diçe zêde dibin.”
Hin mafên girtiyan ên ku hatine binpêkirin ev in: