Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) îro biryar dabû ku serokên lijneyên hilbijartinan yên navçeyan dê ji bo hilbijartina nû jî erkdar bin. Partiya Edalet û Pêşketinê îtiraza vê biryara YSKyê kiriye.
YSK dê piştî betlaneya cejnê li ser îtiraza AKPyê biryarekê bide.
Berdevkê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Faik Oztrakî li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek weşandiye û pirsiye: Heke qusûra serokên hilbijartinê nebe çima dîsa hilbijartin tê kirin. Heke hebe çima serok nayên guhertin.
(TP/MB)