Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ahmet Şik û Murat Sabuncu yên bi doza Cumhuriyetê têne dadkirin û di 9ê Adarê de ji girtîgehê derketibûn beşdarî çalakiya Nobeta Edaletê bûn.
Şik û Sabuncuyî daxuyaniya vê hefteyê ya Nobeta Edaletê xwend.
Bixwîne - Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Ahmet Şik û Mûrat Sabûncûyî da
“Di hefteya borî de di van sietan de û di demên berê de me her xeyal dikir ku em li vê derê bin.
“Roja ez çûyîm nivîsîngeha rojnameyê jî pêşiyê min dest avêt rojnameya Cumhuriyetê û min li wêneyên we nêrî.
“Hûn ji bo me û ji bo Akin Atayî wek nefesekê bûn.”
“Dema hûn ji dewletekê hiqûqê derbêxin, mirov ji tiştê dimîne re nabêjin dewlet mirov dibêjin “çete”
“Em di girtîgehê de azad bûn lê niho bi tenê em serbest bûn.”
(EA/MB)