Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandinê malpera sendika.org, Ajansa Mezopotamya û Yenî Demokrasiyê asteng kiriye.
Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandinê piştî ku di 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2018an de û 62 caran malpera sendîka.org-ê asteng kir careke din biryara astengkirinê ji bo heman malperê daye.
Sendîka.org-ê daxuyaniyek daye û derbarê mijarê de wiha gotiye: “Dadgeha Destûrî dibêje vekin, Dadweriya Ceza û Sulhê digire: Cara 63yem sendîka.org hate girtin, sendîka64.org dest bi weşanê kir! 2yem Dadweriya Ceza û Sulhê ya Dîlokê di 30ê Îlona 2020an de malpera me cara 63yan hate astengkirin. Em bi sendîka64.org-ê, bi navnîşana xwe ya nû dîsa weşanê dikin.”
Heman saziyê malpera Ajansa Mezopotamyayê jî asteng kiriye. Dema bikarhênerê malperê xwestin bikevin malperê, bi vê hişyariyê ve rûbirû mane: “Ev malper (mezopotamyaajansi22.com) ji ber biryara ku Dadweriya Sulh û Cezayê ya Dîlokê a di 30/09/2020 de û bi hejmar 2020/5419Dê daye hatiye astengkirin û Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandinê vê biryarê bicih tîne.”
Hûn dikarin bi navnîşana “mezopotamyaajansi24.com”ê bikevin malperê.
Her weha malpera Yenî Demokrasiyê cara 7. hatiye astengkirin.
Yenî Demokrasiyê li ser Twitterê ragihandiye û gotiye, “Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandinê malpera me di encama biryara 2yem Dadweriya Sulh û Cezayê ya Dîlokê de asteng kiriye. Em wek çapemeniya şoreşger, bêdeng neman, em bêdeng jî namînin! Em ê di demeke herî kurt de dîsa weşana xwe berdewam bikin.”
Piştî daxuyaniyê rojnamê bi navnîşana“http://www.yenidemokrasi8.net-ê dîsa dest bi weşanê kiriye. (HA/AY/FD)