Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Em nivîsa hevbeş ya nivîskarên The New York Timesê "21 tiştên ku cara ewilî di 2021ê de çêbûne" diweşînin. Ev kar parçeke ji rêza Xalên Werçerxê ye.
Ngozi Okonjo-Iweala, meha Adarê, di dîroka Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanî de cara ewilî weke serokeke jin û efrîkî hatiye hilbijartin.
*Fotograf: Further Africa.
*Fotograf: Beeple
Berhema hunermend Mike Winkelmannî (an jî Beeple) "Everydays:The First 5000 Days" li Christie’sê di mezadê de bi 69.3 mîlyon dolaran hat firotin. Ev kolaja wêneyan berhema hunerê ya yekem ku nikare-bê-guhertin an jî NFTê bû.
Cara ewilî ye ku bi pereyên krîpto tiştek tê kirîn û firotin û ev bû mînak.
Li gor raporeke NYê, dibe ku firokeyeke bêmirov bi awayekî otonom nêçîra mirovan kiribe û ew kuştibin.
Kargu-2 ku ji aliyê STMa girêdayî Hêzên Çekdar yên Tirkîyêyê û Serokatiya Pîşesazî ya Parastinê ya Serokomariya Tirkiyeyê hatiye perisandin, di meha Adarê de li qada şerê di navbera Hikûmeta Lîbyayê û Hêzên Xalîfe Xeftarê de hat bicîh kirin.
Her çiqas mînakên firokeyên ji dûr ve tên kontrolkirin hebin jî, ev mînak wek firokeyeke otonom û bê kontrola mirovekî/ê dikare mirovan bikuje numûneya pêşîn e.
Rijksmuseuma li Amsterdamê di dîroka xwe ya du sedsalê de cara ewilî 3 tabloyên hunermendên jin di ser dîwarên xwe de daliqand. Berhemên Judith Leyster, Gesina ter Borch û Rachel Ruyschê, tevî "The Night Watch" a Rembrandt van Rijnê li cihê şaheserên Hollandayê yê muzeyê, bi awayekî mayînde tên pêşandan.
Zanyarên ji Zanîngeha Brownê ji bo pêşketineke muhtemel di birîndariya striya bendik de, bi saya amûreke danerî, mejiyê mirovekî/ê bi kompîterekê ve bi temamî û bi serketî girêdan. Beşdarên kûd yên azmûnê karibûn lebatên xwe yên robotîk bi xeyalkirinê bileqînin.
*Fotograf: NASA
Avayiyeke bi navê MOXIEyê - Azmûna Bikaranîna Çavkaniya Cihê Oksîjenê yê Marsê- di nav revîngê Perseveranceyê de karibûye karbondîoksîta atmosfera Marsê veguhêzine oksîjenê.
Her çiqas teknolojî hê di merheleyên destpêkê de be jî, ev pêşketin dibe ku rêya seferên bi mirov ber bi Gerstêrka Sor veke.
Pandorayê diyar kir ku wê di mucewherên xwe de dev ji elmasên mayînkirî berde û dest bi bikaranîna kevirên sentetîk bike. Koleksîyona Pandora Brilliance-ê ji nûha ve li Brîtanyayê ji bo firotanê derket bazarê, wê di 2022ê de jî derkeve bazarên li derveyî Brîtanyayê.
Şîrketê diyar kir ku ji aliyê etîkê ve ji bo kirîna giştî û li ser daxwazên kiryaran, ji bo pêşî lêvekirina materyalên li hember xwezayê berpirsiyar biryarekê wusa girtiye.
*Fotograf: Opoyi.
Maria Clemente Garcia û Salma Luevano, wek parlamenterên transseksuel, cara yekem ji bo seksiyona Kongereya Meksîkayê hatin hilbijartin.
Ew her du jî endamên partiya desthilatdar ya Serok Andres Manuel Lopez Obradorê ne û her du parlementer jî soza çareserkirina pirsgirêkên xizanî û neheqiyên li hember LGBTQ+an dane.
Rêya hesinî ya bi ceyran a bi 5,6 milyar dolarî ku paytexta Tîbetê Lhasayê digihîne Nyingchiyê, di meha Hazîranê de dest bi kar kir.
Dirêjiya xetê 250 mil e û ji 47 serdaban û 121 piran derbas dibe. Heger bilindahiyên Tîbetê jî bêne berbiçavkirin, piraniya xetê ji asta deryayê nêzîkî 3 hezar mêtroyê (nêzîkî 9 hezar û 840 fit) bilindtir e.
National Geographic Society di Roja Okyanûsên Cîhanî de herikandina ku Antarktîkayê dorpeç dike bi awayekî fermî wek Okyanûsa Başûr pejirand.
Sazî ji 1915ê wir ve nexşan û atlasan diweşîne û di 2021ê de jî, ji bo ava ku ji aliyê kesên zanyar ve ji Atlantîk, Pasîfîk, Hînd û Arktîkê cuda tê dîtin nexşeke nû amade kir. Li gor vê nexşeyê ew av jî êdî okyanûs e.
*Fotograf: Virgin Galactic.
Xwedîyê Virgin Galacticê bi SpaceShipTwoyê ku firokeyeke supersonîk ya fezayê ya bi bask e, bi gaveke dibe ku Astrotûrîmê pêş bixe di tîrmehê de derket fezayê. Branson bi vê sefera xwe di pêşbaziya fezayê ya milyarderan de bi ser ket.
Ronî dibe ku ji kovika reş nereve lê zanyarên fezayê cara ewilî dîtine ku roniyeke ji 800 milyon ronî-salê dûri cîhanê ye tewiyaye. Ev danê cara pêşîn di kovara Nature-ê de bi awayekî berfireh hat ravekirin û bi vê şeklî teoriya îzafiyetê ya Albert Einsteinê dîsa teqez bû.
Dibistana bi 3-rehendiyê hatiye çapkirin, di meha tîrmehê de li Malawiyê vebû.
Dibistan bi saya 14Treesê hatiye avakirin û ev firma, di navbera firmayeke pêşxistinê ya Brîtanî û firmayake pispora amûrên avahiyan ya Swîsreyê de firmayeke hevbeş e.
Organîzator hêvî dikin ku teknolojiya bilez û guncaw karibin hejmara dibistanan li Malawiyê zêde bikin û kêmasî ji holê rakin.
Li lûtkeya Grönlandê, ji asta behrê nêzîkî 2 mil bilindtir, ji salên 1980î ku çavdêriyên pêşîn destpêkiribûn vir ve cara ewilî baran hat dîtin. Ev baran li gor kesên zanyaran yek ji daneyên krîza îklimê ye.
Li gor Navenda Daneyê ya Cemedan û Berfê ya DYAyê ji ber ku di meha tebaxê de germahî çend derece bi ser noqteya cemidanê ket baran barî.
El Salvador di meha Îlonê de bi zagonekê pejirand ku tevî dolarên Emerîkî êdî Bitcoinê jî weke amûreke peredayînê ye.
Ev biryar ji aliyê gelek hemwelatiyên El Salvadorê ve bi guman hat pêşwazîkirin ji ber ku bihayê Bitcoinê gelek lebat e. Pisporên fînansê difikirin ku ev biryar aramiya aboriyê xerabtir bike û bibe sedema zêdebûna xerçkirinên pereyî.
Konseya Dîzaynêrên Modayê yên DYAyê ragihand ku di meha Îlonê de ji Daniel Dayî re ku wek Dapper Dan tê zanin xelata herdemî ya serkeftinê bide.
Dapper Dan bi firoşgeha xwe ya salen 1980î de vekiriye tê naskirîn. Dan di wê firoşgehê de modaya luks derxistîbû pêşberî cihana Hip-Hopê. Dapper Dan dîzaynêrê çermreş yê yekem bû ku xelatê bi dest xist û pêşandaneke solo saz kir.
Firokeyeke bêmirov, di meha Îlonê de berê xwe da Bahoza Samê ya kategoriya wê 4 e û di saetekê de bi 120 milî diwezîne.
Lêkolînerên ji Saildronê ku balafirên lêkolîna yên okyanûsan çêdikin û yên ji Îdareya Atmosfer û Okyanûsa Netewiyê hêvî dikin ku wê ji daneyên destxistî fahm bikin be ka bahozeke çawa tevdigere.
CEOyê milyarder yê Shift4 Payments Jared Isascman, bi mebesta komkirina pereyê ji bo Nexweşxaneya Lêkolînê ya St. Jude ya Zarokan pêşengiyê wezîfeya Inspiration4ê kir.
Kapsula SpaceX Crew Dragon û personelên wê yên 4 kesan bê astronotekê/î profesyonel, 3 rojan li rêgeha dinyayê geriyan.
Serokê DYAyê Joe Biden di meha Îlonê de ragihand ku DYA teknolojiya palandinê ya noqavan bi Awistralyayê re parve bike. Ev jî wek tedbîrekê li Asya-Pasîfîkê û li hemberê Çînê hat nirxandin.
Beriya peymanê, Awistralya dev ji peymana xwe ya bi Fransayê re kiribû berda. Ew peyman di derheqê kirîna noqavan ji Fransayê de bû.
Haya Fransayê ji peymanê ne bû û wek protesto ji destpêka têkiliyên dîplomatîk (ji 1778ê) wir ve cara pêşîn balyozê xwe paş ve vekişand.
Li gor Rapora Maşineyên yên bi elektrîk ya Ewrûpayê, di meha Îlonê de cara pêşîn firotana maşineyên bi sifir-emîsyonê ji firotana yên bi dizelê ne zêdetir bûn.
Her çiqas analist difikirin ku ev encam ji ber kêmasiya zincîrên tedarîkê çêbûne, dîsa jî teknolojiya sifir-emîsyonê her ku diçe bi pêş dikeve.
21.Fîlîpîniyekê cara yekem ji bo welatê xwe Xelata Nobelê wergirt
Rojnamevan Maria Ressa, bi nûçegihaniya xwe ya çalak û bi nûçeyên xwe yên di derbarê taktîkên dîktatorî yên Rodrigo Duterteyê li şerê hişberiyê de, Xelata Aşîtîyê ya Nobela ya 2021ê wergirt.
Ressa xelata xwe bi Dmitry Muratovî Rûsî yê editorê Novaya Gazeta ya Rûsî ku bi nûçeyên xwe yên rexnegir di derheqê Kremlînê de tê nasîn re wergirt. (PT/OP/FD)
*Ozan Polatî ev nûçe ji tirkî wergerandiye