Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Jîna Mahsa Amînî ji aliyê polîsên exlaqparêz ve hatibû desteserkirin û piştre miribû. Rojnameger Nazîla Marûfiyan ji ber ku bi bavê Jîna Mahsa Amînîyê re hevpeyvîn kiribû hatibû girtin û di 9ê Kanûna Paşiyê de bi kefaletê hatibû berdan. Bêyî ku danişîn pêk were 2 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Nazîla Marûfiyanê birîne.
Rojnameger Marufiyan xelka Seqiza Rojhilatê ye û 23 salî ye ji aliyê Şaxa 26emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi sûcê “propagandaya li dijî rejîmê” û “weşandina nûçeyên derew ên ji bo sorkirina raya giştî” ceza girtiye.
Rojnamevan Nazîla Marûfiyan a biryar li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihandiye, daye zanîn ku di 28ê Kanûnê de ji aliyê Şaxa 26emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hatiye vexwendin û biryar bi awayekî fermî ji wê re hatiye teblîxkirin.
Marûfiyanê aniye ziman ku 2 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn cezayê wê hatiye taloqkirin û 5 salan cezayê qedexeya derveyî welat lê hatiye birîn.
Rojnameger Nazîla Marûfiyan piştî weşandina hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re ya di 30ê Çiriya Pêşiya 2022an de bi fermana Serdozgeriya Polîsan a li Girtîgeha Evînê hatiye girtin û di dema lêpirsîna li navenda girtîgehê de rastî zext û gefên giran ên îtirafkirinê hatiye.
Rojnameger Marûfiyan ji ber zextan du caran nexweş ketiye û ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê.
Marûfiyan di 9ê Kanûna Paşiyê de bi 600 milyon tumen (14 hezar dolar) kefaletê bi awayekî demkî ji Girtîgeha Qarçakê hatibû berdan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Iranê ji Ilona sala par roja çalakiyên ji bo Jîna Mahsa Aminiyê destpê kiriye heta niha 79 rojnameger hatine desteserkirin.(HA/AY)