TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Naverokên bi miftegotina
Jina Mahsa Amini
Jîna Amînî û “Tevgera Jin Jiyan Azadî” ji bo Xelata Sakharovî hatin pêşniyarkirin
Parlamentoya Ewropayê ji sala 1988an û vir ve Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharovî dide wan kes an jî saziyan ku azadiya ramanê diparêzin.
21 Îlon 2023
SALVEGERA KUŞTINA JÎNA AMINIYÊ
Sosyolog Hewjîn Beqalî: Em bi apartheida jinan re rû bi rû ne”
Sosyolog Hewjîn Beqaliyê diyar kir ku piştî serhildana ji bo Jînayê, Îran nema dikare vegere beriya Îlona 2022yan: "Peyva şoreşê di eslê xwe de nirxê xwe ji nû ve girtiye."
16 Îlon 2023
Nedim Türfent
Ridvan Îbriyî ji bo Jînayê stranek amade kir
Ridvan Îbriyî gotinên stranê bi xwe nivîsîne û muzîka wê çêkir. Stran li ser hesabê YouTube yê Kom Muzîkê û hemû platformên dijîtal hate weşandin.
15 Îlon 2023
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê: 715 sal û 6 meh ceza li 201 Kurdan birîne
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê diyar kir ku 715 sal û 6 meh û 17 roj ceza li 201 welatiyên Kurd yên ku di xwepêşandanên ji bo Jîna Emînîyê de hatine girtin birîne.
12 Îlon 2023
Partiyên Rojhilat greva giştî ragihandin
HDKÎ, Komele, PJAK, Sazimanî Xebat, PAK, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê bi hev re di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew ê di 16ê Îlona 2023yan de greva giştî pêk bînin.
6 Îlon 2023
Rojnameger Marûfiyan careke din tehliye bûye: “Min tiştekî şaş nekiriye”
Nazîla Marûfiyana ku tehliye bûye gotiye, “Dema tu serbest bûyî ji wî fotografê te weşandiye, tu poşmanî? Tu dipejirînî ku te şaşî kiriye? Na, min tiştekî şaş nekiriye.”
16 Tebax 2023
Rojnameger Nazîla Marûfyan careke din hatiye girtin
Marûfyan piştî 36 rojan li Girtîgeha Evînê hatibû girtin, bi dayîna kefaleta 300 milyon riyalî (nêzîkî 190 hezar TLyî) serbest bûbû.
15 Tebax 2023
Îranê rojnameger Nazîla Marûfyan serbest kiriye
Nazîla Marûfyana ku 36 roj in li Girtîgeha Evînê girtîye li beramber 300 mîlyon(nezîkî 190 hezar TL) riyal kefaletê tehliye bûye.
14 Tebax 2023
Li Îranê “polîsên exlaqparêz” dîsa dest bi kar kiriye
Li Îranê berdevkê polîsan Saeed Montezerolmahdiyî gotiye, “polîsê exlaqparêz” pêşiyê wê wan jinan hişyar bikin ku ne li gorî rêzikên sergirtinê tevdigerin û paşê wê dest bi desteserkirina wan bikin.
17 Tîrmeh 2023
Careke din êrîşî gora Jîna Amîniyê kirine
Êrîşkaran ziyan daye gora Jîna Amîniyê ku li bajarê Seqizê ye. Malbatê gotiye ew ê gorê dîsa çêbikin.
22 Gulan 2023
Kakshar Oremar: Kurd weke serkêşên şoreşa "jin-jiyan- azadî" têne naskirin.
Nivîskar û rojnameger Kakshar Oremar têkildarî serhildana li Iranê û peşkevtinên piştî serhildanê weha got: Rejîmê di hindir û derve de meşrûyeta xwe ji dest da ye. Êdî rejîm bi vê rastiyê zane ku komên etnîkî jî xwedî daxwazên xwe yên dîrokî ne. Di nava wan koman de Kurd weke serkêş an jî rêberên şoreşa Jin-jiyan- azadî têne naskirin.
18 Nîsan 2023
Nedim Türfent
Astera Mortezaî: Keziyên Jînayê bûne sembola azadiyê
Astera Mortezaiyê ji bo performansa xwe got: “Ew kezî bûne sembola hêzê ya azadiyê. Ji ber vê yekê gelek jinan hêrsa xwe bi birîna porê xwe anî ziman.”
31 Çile 2023
Semra Yansit
JINA MAHSA AMINI
2 sal cezayê girtîgehê li rojnamegera ku bi bavê Aminiyê re hevpeyvîn kiribû, birîne
Bêyî ku danişîn pêk were 2 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Nazîla Marûfiyanê birîne. Dadgeha Şoreşê ya Tahranê cezayê Marûfiyanê taloq kiriye û çûna wê ya derveyî welat qedexe kiriye.
31 Çile 2023
Li Iranê 3 rojnamegerên jin hatine girtin
Li Iranê aşkere bûye ku piştî rojnameger Melîke Haşimî, Saîde Şefîî û Mehrnûş Zarîî hatine desteserkirin, birine Girtîgeha Evînê.
23 Çile 2023
9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li derhênera Îranî Mujgan Îlanlûyê biriye
Dadgeha Şoreşê ya Îranê 9 bi sedema ku piştgirî daye protestoyên piştî kuştina Jîna Mahsa Amîniyê destpê kirine, 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê daye derhêner Mujgan Îlanlûyê. Her weha wê 74 qemçî li Îlanlûyê bixin.
18 Çile 2023
JINA MAHSA AMÎNÎ
Li Iranê heta niha 524 xwepêşander mirine
Li gorî daneyên HRANAyê, di xwepêşandanên ku bi mirina Jîna Mahsa Amîniyê re destpê kirine de heta niha 71 jê zarok 524 xwepêşander mirine.
16 Çile 2023
“Li Îranê heta niha 512 xwenîşandar mirine"
Li Îranê careke din kurtemesajan ji xwediyên wesayitan re dişînin ku tê de dibêjen, "Hatiye dîtin ku te di wesatiya xwe de bikaranîna serpoşê binpê kiriye." Ev peyam ji Îlona 2022yê û vir ve nedihat şandin.
2 Çile 2023
Xwepêşandanên li Iranê: Di 100 rojan de 507 kes mirine
Xwepêşandanên ku di 16ê Ilonê de piştî mirina Jîna Mahsa Amîniyê destpê kiribû, 100 roj in didome. Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan ragihandiye ku ji wê rojê heta niha ji 500î zêdetir xwepêşander mirine.
26 Kanûn 2022
Demîrtaş bi çar zimanî peyama piştgiriyê ji bo îraniyan parve kiriye
Li Iranê derbarê 11 kesan de biryara bi dar ve kirinê hatiye dayîn.
16 Kanûn 2022
Muhsîn Şikariyê ku ji ber xwepêşandanên li Iranê dihat darizandin bi darve kirine
Di dema xwepêşandanên li Iranê yên ji bo Jîna Mahsa Amîniyê de bi iddiaya ku Muhsîn Şikarî “bi çekan gef li welatiyan xwariye û wezîfedarê ewlehiyê birîndar kiriye” dadgehê cezayê bi darve kirine lê biribû. Şikarî yekem xwepêşandere ku hatiye bi darve kirin.
8 Kanûn 2022
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li Îranê xwenîşandan dewam dikin
Hîna zelal nebûye ku bê ka saziya “polîsên exlaqparêz” ji nav çûye yan na. Xwenîşanderan ji bo greveke sê rojan bang kiriye. Xwendekarên zanîngehan jî wê sê rojan nekevin dersan.
5 Kanûn 2022
JINA MAHSA EMÎNÎ
Rêxistina Mafên Mirovan a Iranê: Di xwepêşandanan de 448 kes mirine
Rêxistina Mafên Mirovan a Iranê aşkere kiriye ku di xwepêşandanên hefteya derbasbûyî de jê 12 li bajarên Rojhilatê li tevahiya Iranê 16 kes ji aliyê hêzên rejîma Iranê ve hatine kuştin.
30 Mijdar 2022
Fûtbolîstê Kurd Wurya Xefûrî li Îranê hatiye desteserkirin
Xefûrî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsîbû û gotibû: “Kurd Îran bi xwe ye...Kuştina kurdan kuştina Îranê bixwe ne. Ger hûn çavê xwe ji kuştina mirovan re bigirin, hûn ne îranî ne, hûn ne mirov in...”
25 Mijdar 2022
Hejmara 28an a Dilopê bi berga Jîna Amîniyê derketiye
Di vê hejmarê de li ser “Dêrsim û Dêrsimîtiyê” dosyayek amade kirine.
17 Mijdar 2022
Saziya Mafên Mirovan a Îranê: Di dema xwenîşandanan de 342 kes mirine
Ji 31 eyaletan daneyên 23 eyaletan di raporê de hatine weşandin. Li gorî raporê, herî zêde li Sistan-Belûçîstanê ya suniyan mirov hatine kuştin.
17 Mijdar 2022
Parlamentoya Îranê xwestiye xwenîşandarên girtî bên darvekirin
Çalakvan û rojnamegera Îranî Masîh Alînejadê gotiye, “Ji 290 endamên Parlamentoya Îranê, 227an bang li darazê kiriye û xwestiye kesên di dema xwenîşandanan de hatine girtin, bên darvekirin.”
9 Mijdar 2022
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Xwepêşandanên li Iranê didomin: Hejmara miriyan derketiye 304an
Saziya Mafên Mirovan a Îranê aşkere kiriye ku di xwepêşandanên piştî mirina Mahsa Emîniyê de 304 kes mirine. Ji kesên ku mirine jê 41 temenê wan di bin 18 salî de ye.
7 Mijdar 2022
Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê li hunermendê Kurd Samîn Yassînî biriye
Hunermendê Kurd Samîn Yassînî ku bi stranên xwe piştgirî dida çalakiyên li rojhilatê û Îranê, di 2ê Çiriya Pêşiyê de hatibû girtin. Dadgeha rejîma Îranê, cezayê darvekirinê li Yassînî biriye.
4 Mijdar 2022
Saziya Mafên Mirovan a Iranê: Hejmara xwepêşanderên ku mirine derketiye 253an
Saziya Mafên Mirovan a Îranê aşkere kiriye ku di xwepêşandanên piştî mirina Mahsa Emîniyê de 253 xwepêşander û 36 pasewan mirine.
2 Mijdar 2022
Hengaw: Li Rojhilatê di 4 rojan de 16 welatiyên Kurd hatine kuştin
Ji 26ê Çiriya Pêşiyê û vir ve 16 welatiyên kurd, li welatên cûrbecûr ên Rojhilatê hatine kuştin.
1 Mijdar 2022
Bajarê ji bo Jîna Amîniyê stranek çêkiriye: Rabe
Komê, hin gotin li gotinên strana Şivan Perwerî ya bi navê “Kîne em” zêde kirine û hin gotinên strana “Hevalê bargiran im” jî guherandine.
31 Cotmeh 2022
Wezîrên karên derve yên jin wê ji bo rewşa jinan a li Îranê bicivin
Wezîra karên Derve ya Kanadayê Melanie Joy ragihandiye ku ew ê di civîneke online de ligel wezîrên karên derve yên jin ên 14 welatan ku Almanya, Şîlî, Zelandaya Nû û Norwêc jî di nav de ye bicivin û rewşa jinan û mafên mirovan li Îranê gotûbêj bikin.
20 Cotmeh 2022
1
2
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver