TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 489
87 xebatkarên MITê ji karî hatin derêxistin
Ji ber hewildana derbekirinê 87 xebatkarên MITê(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) bi tometa ku ew endamên FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) ji karî hatin derêxistin.
27 Îlon 2016
Rûniştina doza derbarê Arzû Demir de hat kirin
Rûniştina doza derbarê Arzû Demir de ku ji ber pirtûka wê ya 'Dagin Kadin Halî' hatiye vekirin, îro li 13. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê hat kirin. Doz taloqî 8ê Mijdarê hat kirin.
27 Îlon 2016
Parêzerên Ozgûr Gûndemê, serî li Dadgeha Makeqanûnê da
Parêzerên Ozgûr Gûndemê ji bo doza girtina rojnameya Ozgûr Gûndemê serî li Dadgeha Makeqanûnê da.
27 Îlon 2016
Veli Kuçuk: Ti eleqeya min bi JÎTEMê re nîn e, min kuştina Anter ji çapemeniyê bîhîst
Di rûniştina doza qetilkirina Mûsa Anter de ku bi doza JÎTEMê re kirine yek de Veli Kuçuk îfade da û îdia kir ku “ti tevger an saziyeke JÎTEMê nîn e, wî Mahmut Yildirimî li cem xwe nedaye xebatê û qetilkirina Apê Mûsa jî ji çapemeniyê bîhistiye”.
27 Îlon 2016
Hikûmeta Kolombîyayê û FARCê hevpeymanek îmze kir û şerê 52 salan qedand
Piştî şerê 52 salan, Hikûmeta Kolombîyayê û gerîllayên FARCê hevpeymana aştiyê îmze kir.
27 Îlon 2016
Li Şirnexê 6 leşker hatin kuştin
Li ser riya Şirnex-Wanê li nêzî Girtîgeha Şirnexê di encama êrişa hêzên PKKê de 6 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
27 Îlon 2016
Înfografîka doz û lêpirsînên derbarê kesên windakirî de
Me li gorî agahî û raporên Komeleya Mafên Mirovan ya Şaxa Amedê û Navenda Heqîqet, Edalet û Hafizayê înfografîka doz û lêpirsînên derbarê kesên windakirî de amade kir.
26 Îlon 2016
DWyê doz li wezîrê Werzîş û Ciwanîyê vekiriye
Saziya medyayê ya Almanyayê, Deutsche Welleyê(DW) ji ber ku wezîrê Werzîş û Ciwaniyê dest danibû ser dîmenên wan, doz li wezîrî vekiriye.
26 Îlon 2016
Doza 'Dagin Kadin Halî' sibe dest pê dike
Derbarê Arzû Demir de doza ku ji ber pirtûka wê ya 'Dagin Kadin Halî' hatiye vekirin, sibe 13. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê dest pê dike.
26 Îlon 2016
Li Mêrdînê teqîn
Li Mêrdînê dema minubusa ku leşker û cerdevan tê de derbas dibû teqîn pêk hat û di encamê de 2 tîmên taybet hatin kuştin û 8 ji wan jî birîndar bûn.
26 Îlon 2016
Ketina Tirkiyeyê li siyasetmedarê Hollandayî Joost Lagendijk hat qedexekirin
Ketina Tirkiyeyê li Hevserokê Komîsyona Parlementoya Navhev ya Tirkiye-YEyê Joost Lagendijk ku di heman demê de nivîskarê rojnameya Zamanê bû û ji 2009an vir ve li Tirkiyeyê dijiya, hat qedexekirin.
26 Îlon 2016
Walîtîya Şirnexê, 14 cih wek Herêmên Ewlehiya Demkî îlan kirine
Walîtîya Şirnexê 14 cihên navçeya Bêşebabê(Elkê) ya Şirnexê, ji 25ê Îlonê heta 9ê Çiriya Pêşiyê wek Herêmên Ewlehiya Demkî îlan kirine.
26 Îlon 2016
600 hefte ne daxwaz yek e: Bila aqibeta yên bêserûşûnkirîn dîyar bibe
Dayikên/mirovên Şemîyê bû 600. hefte ku li meydana Galatasarayê kom bûn û daxwaza xwe dîsa gotin: ‘’Bila aqibeta yên bêserûşûnbûyîn dîyar bibe, bila yên ew bêserûşûnkirîn bêne dadkirin û bila ti kesên desteserkirî neyên bêserûşûnkirin.’’
26 Îlon 2016
Beyza Kural
Rojnameger Cemal, Guç, Mater û Eryilmaz îfade dan
Rojnameger û Şêwirmenda Projeyên bianet’ê Nadire Mater, Tugrul Eryilmaz, Hasan Cemal û Mehmet Guç Ozgur ji ber ku beşdarê kampanyaya “Nobedariya Weşanê” ya ji bo hevgiriya bi Ozgur Gundemê re bûne niha li Dadgeha Çaglayanê îfade didin.
23 Îlon 2016
Nilay Vardar
Çelîk: Ez li pişt gotinên xwe me
Ayşe Çelîkê li bernameya Beyaz Şovê gotibû ‘’bila zarok nemirin’’ li ser vê yekê Dadgeha Bakirkoyê ya Stenbolê li ser wê lêpirsîn vekiribû. Çelîk û ew kesên piştgiriya wê kirîn îro hatin dadkirin.
23 Îlon 2016
Elif Akgül
Ahmet Altan hat girtin
Ahmet Altan ku îro sewqî dadgehê hatibû kirin bi îdiaya “teşebus kiriye ku hukimeta Komara Tirkiyeyê ji holê rake û endamê rêxistina terorî ye” biryara girtinê hat dayîn.
23 Îlon 2016
Walitîya Amedê li 18 gundan derketina derve qedexe kir
Walîtiya Amedê duhî li 18 gundên navçeyên Hezro, Licê û Karazê yên Amedê qedexeya derketina derve îlan kir. Qedexe dê ji siet 5:00ê ve dest pê bike.
23 Îlon 2016
Ahmet Altan dîsa hat binçavkirin
Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Tarafê yê berê Ahmet Altan duh êvarê dîsa hat binçavkirin.
23 Îlon 2016
Baroya Amedê Xelata Hirant Dînkî stand
Xelata Navneteweyî ya Hirant Dînkî ya 8. Baroya Amedê stand.
23 Îlon 2016
Nilay Vardar
Berpirsê Weşanên Iletişimê Nîhat Tuna wefat kir
Berpirsê Weşanên Iletişimê û damezirênerê weşanxaneyê Nîhat Tuna wefat kir.
23 Îlon 2016
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Ayşe Çelîka ku gotibû ‘’bila zarok nemirin’’ û 39 piştgirên wê dê îro bên dadkirin
Ayşe Çelîkê li bernameya Beyaz Şovê gotibû ‘’bila zarok nemirin’’ li ser vê yekê Dadgeha Bakirkoyê ya Stenbolê li ser wê lêpirsîn vekiribû. Çelîk û ew kesên piştgiriya wê kirîn dê îro bêne dadkirin.
23 Îlon 2016
Erenê berpirsê weşana giştî ji bo dadgehê got: ''Azadiya çapemeniyê hejar e''
Serokê DİSK’ê Farûk Eren ku beşdarî kampanyaya berpirsiyarîya weşana giştî ya Ozgur Gundemê ya ku hate girtin bûbû. Îro doza wî li dadgeha Çaglayanê ya Senbolê hate dîtin.
22 Îlon 2016
Li eyaleteke Amerîkayê rewşa awarte hat îlankirin
Li eyaleta North Carolinayê ya Amerîkayê piştî protestoyên ji bo şermezarkirina êrişên li dijî welatiyên zengî, ji ber ku 4 polês bi şûşeyên pet birîndar bûne rewşa awarte hat îlankirin. Polêsan gule reşandin ser xewpêşandanek û wî birîndar kirin lê polêsan vê yekê qebûl nekirin.
22 Îlon 2016
Weqfa Zanê dê pêşangeha ‘’Yên ku li ser axa xwe biyanî ne: Êzidîyên Şingalê’’ pêk bîne
Li Salona Pêşangehan a Cezayîrê pêşangeheka wêneyan a bi navê ‘’Yên ku li ser axa xwe biyanî ne: Êzidîyên Şingalê’’ dê di 23yê Îlonê de bê vekirin.
22 Îlon 2016
Besna Tosun: Bila her kes piştgiriya daxwazên me yên heqîqet edalet û aştiyê bikin
Beriya hefteya 600. a çalakiya Dayîkên Şemiyê Besna Tosuna keça Fehmî Tosun ku ew jî piştî binçavkirinê hatibû qetilkirin, got: “Di hefteya 600. de û ji vir şûn de jî em bang li her kesî dikin ku bila piştgiriya daxwazên me yên heqîqet edalet û aştiyê bikin.”
22 Îlon 2016
Serokwezîr şîrove li ser êrişa jina “şal kurt” kir : Dibe ku li xweşa te neçe, bi pistepist bibêje
Serokwezir Yildirim derbarê êrişkarê ku ewil hat berdan, paşê jî hat girtin de axivî û got: “di pergala edaletê de pirsgirêk heye, biryarên hiqûqî ne li gorî berteka civakê, li gorî qanûnan tên dayîn.
22 Îlon 2016
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Hikûmetê dema hatina rapornivîsê îşkenceyê yê NYyê bi paş de da
Hikûmetê dema hatina rapornivîsê îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî bi paş de da, rapornivîsê NYyê Méndez, dê di Çiriya Pêşiyê de bihatiya Tirkiyeyê hatina wî heta demekê nedîyar hat paşdedan.
22 Îlon 2016
Erdogan û Joe Biden derbarê Operasyona Sûriyê de axivîn
Erdogan û Joe Biden li New Yorgê hevdîtin pêk anîn û derbarê Operasyona Sûriyê de axivîn.
22 Îlon 2016
Xelatên Emmyê ji bo nûçeyên li ser penaberan hat dayin
Xelatên Emmyê yên ji bo nûçe û belgefîlman hatin belavkirin. Tîma nûçeçêkirinê ya BBC World News Amerîcayê ya ku Zeynep Erdîm jî tê de ye xelat stand.
22 Îlon 2016
Maside Ocak: Di OHALê de, di her rewşê de 600 hefte
Beriya hefteya 600. xwişka Hasan Ocak bang kir: "Em ê her tim hesab bipirsin. Bila her kes ne tenê ji bo hefteya 600., divê her dem piştgirî bidin vê israra me."
22 Îlon 2016
Beyza Kural
Dadgehê biryara girtina Mehmet Altanî da, Ahmet Altan serbest berda
Ahmet Altanê ku ji berpirsê weşana rojnameya Tarafê yê berê bû û Prof. Dr. Mehmet Altan ji 10ê Îlonê ve girtî bûn, dadgehê biryara girtina Mehmet Altanî da, Ahmet Altan serbest berda.
22 Îlon 2016
Yûnanîstanê daxwaza penaberiyê ya sê leşkerên reviyayîn wê derê qebûl nekir
Medyaya Yûnanîstanê ragihand ku ji 8 leşkerên di derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de çûbûn Yûnanîstanê, daxwaza penaberiyê ya 3 leşkeran nehatiye qebûlkirin.
21 Îlon 2016
1
...
487
488
489
490
491
...
498
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver