TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 394
Li hewa re ye
Tûndkariyê fîstanê bêdengîyê li xwe kiriye. Li hemîya malê digere. Ez dizanim ku heke biçim odeya piştê jî ez ê nekarim nefesê bistînim.
25 Tîrmeh 2018
Haşmet Topaloğlu
Li Wîetnamê ji ber lehîyê 27 kes mirine, ji ber hezê bi sedan kes winda bûne
Li Wîetnamê ji ber barîna baranê lehî rabûye, jimara welatiyên ji ber lehiyê mirîn bûye 27, li welatê li Asyayê bi navê Laosê ji hez çêbûye gelek kes di nav heriyê de winda bûne.
24 Tîrmeh 2018
Girtî ji bo mafên xwe wê karibin serî li CİSSTê bidin
Girtî û xizmên girtiyan wê karibin ji bo mafên xwe xizmetê ji Komeleya Di Sîstema Înfazkirina Cezayan De Civaka Sivîl hîn bibin.
24 Tîrmeh 2018
Li Yewnanistanê agir bi daristanan ketiye: 60 kes mirine
Li nêzîkî Atînayê agir bi daristana ketiye, di encamê de 60 kes mirine. Li gorî zanyariyên destpêkî, agir ji ber germahiya zêde derketiye. Bajarokên ku agir lê derketiye bi temamî wêran bûne.
24 Tîrmeh 2018
Ji ber ku lêpirsînname rexne kiriye, dozgeriyê lêpirsînnameyek jî ji bo Bûldanê amade kiriye
Ji ber gotinên wê yên “Em qebûl nakin ku bilez lêpirsînname ji bo çar hevalên me hatine amadekirin. Beşdariya merasîma cenazeyan di çanda me de heye” lêpirsînname ji bo Pervîn Bûldan Hevseroka HDPyê hatiye amadekirin.
24 Tîrmeh 2018
Li Îzmîr, Enqere û Osmaniyeyê belavokên homofobîk hatine belavkirin
Li Osmaniyeyê belavokên ku li ser wan “Xetereya homoseksueliyê” li qutîkên nameyan û li ser rêyan hatine belavkirin. Çend roj berê li Enqere û Îzmîrê jî belavokên ku gotinên homofobîk tê de hebûn, hatibûn belavkirin.
23 Tîrmeh 2018
ÎYÎ Partî dê serokekê/a nû hilbijêre, Akşenerê gotiye ew ne berbijar e
Îyî Patî(Partiya Baş) biryar daye ku ew ê di mehekê de komcivînekê pêk bîne û di komcivînê de serokeka/ê nû hilbijêre. Seroka wê partîyê, Meral Akşenerê diyar kiriye ku ew ê nebe berbijara serokatiya Îyî Partîyê.
23 Tîrmeh 2018
Di hefteyekê de lêpirsîna 266 hesabên medyaya civakî hatiye kirin
Wezareta Navxweyî aşkere kiriye ku di hefteyekê de lêkolîna 459 hesabên medyaya civakî hatiye kirin û lêpirsîna 266 hesaban hatiye kirin.
23 Tîrmeh 2018
Berdevkê HDPyê Olûçî li aqûbeta Kamîl Acarî pirsî
Berdevkê HDPyê Salûhan Olûçî di civîna xwe ya çapemeniyê de li aqûbeta karmendê Amedî Kamîl Acarî pirsî ku du roj in agahî jê tune ye û wesayita wî li ber rê hatiye dîtin.
20 Tîrmeh 2018
Polîsên Fransayê, polîsê parastina Macronî desteser kiriye
Polîsê parastina serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî yê bi navê Alexandre Benalla, di xwenîşandanên 1ê Gulanê de li du xwendekaran dabû. Polîsên Fransayê ew polîs desteser kiriye.
20 Tîrmeh 2018
Lêpirsînname ji bo du wekîlên din ên HDPyê hatiye amadekirin
Dozgeriyê ji ber ku beşdarî cenazeyê Baysalê HPGyî bûne, ji bo Feleknas Ûca û Mehmet Ruştu Tiryakî, parlamenterên HDPyê yên Êlihê lêpirsînname amade kiriye.
20 Tîrmeh 2018
Mijarên dersan: Çêkirina hevpeyvînan û rojnamegeriya li ser înternetê
Di roja çarem ya AtolyeBiayê de, Kemal Canî li ser çêkirina hevpeyvînan û Emre Kizilkayayî li ser rojnamegeriya li ser înternetê ders dan.
20 Tîrmeh 2018
Gökhan Arpa
Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû û berdevka SKMyê Fadîme Çelebî hatine tehliyekirin
Dadgehê ji bo Onûr Hamzaoglû û Fadîme Çelebiyê biryara tehliyeyê derxistiye.
20 Tîrmeh 2018
2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Canan Coşkûnê hate birîn
Dadgehê 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li nûçegihana rojnameya Cûmhûriyetê Canan Coşkûnê birî. Coşkun bi tohmeta ku “kesên di têkoşîna li dijî terorê de erkdar in dike hedef” dihat dadgehkirin.
19 Tîrmeh 2018
Beyza Kural
Meclîsa Îsraîlê, yasaya ku Îsraîlê dike “Netewedewleta Cihûyan” qebûl kiriye
Li meclîsa Îsraîlê ya bi navê Knesset 62 wekîlan ji bo Îsraîl bibe “Netewedewleta Cihûyan” dengê erê daye û 55 wekîlan dengê na daye.
19 Tîrmeh 2018
Adnan Oktar hatiye girtin
Adnan Oktar jî di nav de ji bo 143 kesan biryara girtinê hatiye standin ku hefteya borî li hemberî wan operasyonek pêk hatibu û 187 kes hatibûn desteserkirin.
19 Tîrmeh 2018
Dema rewşa awarte temam bûye
Cara pêşiyê 20 Tîrmeha 2016ê, Rewşa Awarte hatibû îlankirin, piştî hingê heft caran dema wê hat dirêjkirin. Dema Rewşa Awarte îro temam bûye û nehatiye dirêjkirin.
19 Tîrmeh 2018
Keştiya koçberan bin-av bûye, 19 koçber mirine
Nêzîkî Bakurê Qibrisê keştiyeka 150 kes tê de bin-av bûye. 19 kes mirine. 25 kes winda ne.
18 Tîrmeh 2018
Serhat Tûganê girtî ji bo xatir ji dêya xwe bixwaze, serî li Wezareta Dadê daye
Tûganî serî li Wezareta Dadê daye û xwestiye wî bişînin girtîgeha Colemergê ku diya wî li wir tê dermankirin. Tûganî diyar kiriye ku 27 sal in di girtîgehê de ye û dixwaze mafê xatirxwestinê yê bi dêya xwe re bidine wî.
18 Tîrmeh 2018
Leşkerên bi bedel wê 28 rojan leşkeriyê bikin
Wekîlê Serokê Koma AKPyê Mûşî got, kesên 31ê Kanûna Pêşiyê ya sala 1993yê û beriya wê ji dayik bûne wê karibin serî li leşkeriya bi bedel bidin û wê ev kes 28 rojan leşkeriyê bikin. Li gorî heman daxuyaniyê wê di van 28 rojan de destûra karmendan a bêpere bê dayîn.
18 Tîrmeh 2018
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
“Mîrathilgirê çandê” Hayrî Dev miriye
Ji beriya 10 salan UNESCOyê(Rêxistina Perwerde, Çand û Zanistan ya Neteweyên Yekbûyî) Hayrî Dev wek “Mîrathilgirê Sax(Zindî) yê Xezîneya Mirovatiyê” binav kiribû. Dev îro li nexweşxaneyê miriye.
18 Tîrmeh 2018
Ji bo rojnameger Turfent û Sayilganî parêzeran serî li Dadgeha Destûrê dane
Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê ji bo rojnameger Nedîm Turfent û Idrîs Sayilganî serî li Dadgeha Destûrê dane.
18 Tîrmeh 2018
Salvegera 32. ya Komeleya Mafên Mirovan e
Komeleya Mafên Mirovan, di salvegera 32. de bi daxuyaniyekê diyar kir ku Tirkiye ji bo parastina mafên mirovan bi paş de diçe.
18 Tîrmeh 2018
Tu li çi dinêrî wilan!
Formuleke wiha ye ku weke cinsek ji bo xwe bi xwe rizgar bike û tune bike hatiye çêkirin, weke jehrîbûna ji xwarinê ye. Mêrbûn û tundkariya zaroka wê ya herî “safî". Ji bo dermankirinê dem pêwîste!
17 Tîrmeh 2018
Tan Morgül
Bedelê leşkeriyê dê 15 hezar TL be
Wekîlê serokê koma AKPyê(Partiya Edalet û Pêşketinê), Bulent Turanî da zanîn ku AKPyê teklîfa guhertina qanûna ji bi leşkeriya bi bedel amade kiriye û ew ê îro teslîmî meclîsê bike.
17 Tîrmeh 2018
Dozgerîyekê lêpirsînname ji bo du wekîlên Amedê amade kiriye
Dozgeriya Komarê ya Amedê ji bo du wekîlên ji HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk); Remziye Tosun û Musa Farisoğullarıyî bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistina terorê lêpirsînnameyek amade kiriye.
17 Tîrmeh 2018
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
“Çima Leyla Gûven di girtîgehê de ye?”
Wekîla ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Leyla Gûven di girtîgehê de ye, wekîya HDPyî Meral Daniş Beştaşê bi pirsnameyekê ji meclîsê pirsî “çima Leyla Gûven di girtîgehê de ye?”
17 Tîrmeh 2018
Rapora du salên piştî hewildana derbekirinê ya 15ê Tîrmehê
Piştî hewildana 15ê Tîrmehê gelek kes hatin girtin, desteserkirin û ji karê wan hatin derêxistin. Me ji raporên navneteweyî agahî berhev kirin.
16 Tîrmeh 2018
Atolyeya nûçeyan a AtolyeBİAyê dest pê kir
Atolyeya nûçeya a AtolyeBİAyê ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianetê bi dersa “Ji bo Rojnamegeran Atolyeya Nûçegihaniyê” dest pê kir. Ji bajar û zanîngehên cuda 17 kes beşdarî AtolyeBİAyê dibin.
16 Tîrmeh 2018
Dadgeha Stenbolê dê 10ê Çiriya Pêşiyê 13 rojnamegeran dad bike
Dadgeha Cezayên Giran a 14. a Stenbolê, ji bo 13 rojnamegerên bi dorê bûyîn berpirsên weşana rojnameya Ozgur Gûndemê îro biryar da.
16 Tîrmeh 2018
Tansu Pişkin
Girtîya trans Bûseyê navber daye greva xwe ya birçîbûnê
Girtiya trans a jin Bûseyê di 38emîn roja greva xwe ya birçîbûnê de biryar girtiye ku navberê bide çalakiyê. Parêzer Eren Keskînê got ku, heke Bûse neşînin girtîgeheke din û ji bo operasyona tibî neşînin nexweşxaneyê, ew ê dîsa dest bi greva birçîbûnê bike.
16 Tîrmeh 2018
Çiçek Tahaoğlu
"Sazîbûna civakekê zimanê wê geş dike"
Nivîskarê kitêbên helbestan yên bi navê “Kêsek” û “Êşefa Temenekî” Rêdûr Dîjle duhî li Stenbolê, li Şevîn Kafeyê kitêbên xwe îmze kirin û gotarek pêşkêş kir.
16 Tîrmeh 2018
Murat Bayram
1
...
392
393
394
395
396
...
403
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver