“Wergirtina telîfê nabe hêcet ji bo sûcdarkirina bi endametiya rêxistinê”
Li rojnameger Bîlal Seçkîn bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” doz hatibû vekirin. Serdozgeriya Komarî ya Eskişehirê doz betal kir û biryara neşopandinê da. Seçkin diyar kir û got, "Rojnamegerî karekî civakî ye, lê li Tirkiyeyê rojnameger ji bo ku rastiyê digihîne gel, bi zextên darazê, desteserkirin û bi lêpirsînên cezayî re rû bi rû dimînin."