Têkoşîna 17 salan a li Zozanên Hesandînê: Li dijî kanzayan parastina jiyanê
Şeş gundên navçeya Pasûra Amedê ji sala 2008an û vir ve li dijî şîrketên kanzayê û polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê Zozanên Hesandînê diparêzin. Gundiyên ku ji bianetê re axivîn, gotin ku xebatên rê yên ku bi hinceta baregeha leşkerî tên kirin, ji bo xebatên kanzayê bixin bin ewlehiyê ye.