İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 245
“Daristanên li Dêrsimê bi zanebûn tên şewitandin, polîtîkaya fermî ye”
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê ji bo agirê bi daristana Dêrsimê ketiye mesajek weşandiye û gotiye: “Di 38an de Dêrsim ji ber çi hatibe bombekirin daristan jî bi heman sedemê tê şewitandin.”
31 Tebax 2021
Ferhan Şensoy koça dawî kiriye
Ferhan Şensoy, şanoger, lîstikvanê televizyon û sînemayê di saet 02.30ê şevê de li nexweşxaneya ku ji 2ê Tîrmehê pê ve lê derman dibû, koça dawî kiriye.
31 Tebax 2021
Duh 19 hezar û 557 kes bi Covid-19ê ketine, 245 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 283 hezar û 250 kesan hatine kirin û di encamê de testa 19 hezar û 557 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 245 kes jî mirine.
31 Tebax 2021
Ji ber strana kurdî ceza li Leyla Guven û 8 girtiyan birîne
Ji ber ku bi kurdî stran gotine, ceza li Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya KCDyê û 8 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Elezîzê birîne. 9 jin wê nikaribin hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin, nameyan bidin û bişînin û telefonî malbatên xwe bikin.
31 Tebax 2021
Parêzer Aslan: Di kuştina Denîz Poyrazê de Gencer bi tena serê xwe nebûye
Turkan Aslan, parêzerê Denîz Poyrazê diyar kiriye û gotiye wan qeydên HTSê yên telefona Onûr Gencer, kujerê Poyrazê lêkolîn kirine û derketiye holê ku Gencerî bi tena sere xwe nebûye.
30 Tebax 2021
Li Geliyê Mûnzûrê agir bi daristanan ketiye
Li Xozatê, navçeya Dêrsimê, 13 roj in daristan dişewite. Li Geliyê Mûnzûrê jî agir bi daristanan ketiye.
30 Tebax 2021
Leşkerê ku di operasyona “Pençik-Piling”ê de brîndar bûbû, miriye
Îsmaîl Şebelekê ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gulhaneyê derman dibû, duh miriye.
30 Tebax 2021
Duh 17 hezar û 332 kes bi Covid-19ê ketine, 255 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 286 hezar û 425 kesan hatine kirin û di encamê de testa 17 hezar û 332 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 255 kes jî mirine, 319 hezar û 371 doz derzî hatine kirine.
30 Tebax 2021
Li Dêrsimê 11 roj in daristan dişewite
Li Xozatê, navçeya Dêrsimê 11 roj in ku daristan dişewite. Leşkeran, welatiyên ku xwestine biçin agirî vemirînin, asteng kirine.
27 Tebax 2021
Dadgehê di biryara bi hêcet de ji bo rojnameya Ozgur Gundemê gotiye “qaşo rojname ye”
Dadgeha ku 9 sal û 9 meh ceza li rojnamevan Îbrahîm Karakaş birîbû di biryara bihêcet de ji bo rojnameya Ozgur Gundemê gotiye “qaşo rojname ye.”
27 Tebax 2021
Mîthat Sancar: Her kes dizane ku HDP grîngtirîn hêz e
Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan, Hevserokên Giştî yên HDPê bi hevserokên bajaran yên partiya xwe re civiyane û li ser bernameya pêşerojê ya partiya xwe axivîne.
27 Tebax 2021
Meksîkayê destûr daye ku 124 rojnamegerên Afganî biçin welatê wan
Hikûmeta Meksîkayê daxwaza penaberiyê ya 124 rojnamegerên afganî tevlî zarokên wan qebûl kiriye. Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê Meksîkayê li balafirxaneyê rojnameger û malbatên wan pêşwazî kiriye.
27 Tebax 2021
Duh 19 hezar û 970 kes bi Covid-19ê ketine, 257 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 297 hezar û 68 kesan hatine kirin û di encamê de testa 19 hezar û 970 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 257 kes jî mirine, 665 hezar û 998 doz derzî hatine kirine.
27 Tebax 2021
Dadgeha Destûrî têkildarî daxwaza dema zêde ya HDPê wê di 2ê Îlonê de biryarê bide
Dadgeha Destûra Bîngehîn, têkildarî daxwaza dema zêde ya HDPê ya ji bo di doza girtinê de parastinê bike, wê di 2ê Îlonê de biryarê bide. Heke Dadgeha Destûrî daxwaza HDPê qebûl bike dema parastinê wê 90 rojî dirêj bibe, qebûl neke wê HDP paraznameya xwe ya yekem di 7ê Îlonê de pêşkêş bike.
27 Tebax 2021
Li Afganistanê êrîş pêk hatine: Herî hindik 90 kes mirine
Di êrîşê de 13 jê leşkerên DYAyê herî hindik 60 kes mirine. DAIŞê aşkere kiriye ku wan êrîş pêk aniye.
27 Tebax 2021
Parêzer Çîmen: Lêpirsîna Gulistan Dokûyê sekiniye
Alî Çîmen, parêzerê Dokûyê gotiye ku lêpirsîn piştî betalkirina Peymana Stenbolê hatiye sekinandin. Aygul Dokû, xwişka Gulistan Dokûyê li ser hesabê xwe yê Twitterê bang kiriye û xwestiye Gulistan were dîtin.
26 Tebax 2021
Rojnameger Faîzî: Wê min bikujin
Rojnameger Wahîda Faîzî dema hewl dide ji Afganistanê derkeve bi BBC Newsê re axiviye û behsa hestên xwe kiriye.
26 Tebax 2021
Dadgehê ji ber şikenandina cama avahiya AKPyê cezayê miebetê li wan biriye
Dadgehê cezayê miebeta girankirî li pênc kesan biriye ku ji ber şikenandina cama avahiya AKPyê dihatin dadgehkirin. Bersûcan gotibûn ku dema destekerkirî bûn, îşkence li wan hatiye kirin.
26 Tebax 2021
Di serdema agiran de Dr. Faustus û zarok
Digel hişyariya zanyaran em di nava serdema şewatan de ne. Dema peymana ku me bi şeytanî re kiriye qediya ku weke ya Faûstî ye û em vî deynî ji zarokên xwe re dihêlin.
26 Tebax 2021
Ömer Madra
Lêpirsînnameyek ji bo rojnameger Ahmet Kanbalî amade kirine
Ji ber nûçeyeke wî lêpirsînname ji bo Ahmet Kanbal, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê amade kirine.
26 Tebax 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li quntara Çiyayê Gabarê dema çêkirina dimsê ye
Li quntara Çiyayê Gabarê jin tiriyan berhev dikin, paqij dikin, digivêşin û paşê jî dikelînin. Dimsa ku di encama palûte ango zibareyê de çêdikin, hinekî jê difiroşin hinekî ji bo xwarina xwe dihêlin.
25 Tebax 2021
Malbata Şenyaşar: Dozger dibe hevkarê vî sûcî
Emîne Şenyaşar û kurê wî Ferît Şenyaşar ku di Nobeta Edaletê de ne carekî din daxwaza edaletê kirine.
25 Tebax 2021
Baroya Wanê giliyê Dîdem Arslanê kiriye
Ji ber ku di bernameya xwe de destûr nedaye jinek bi kurdî biaxive, Baroya Wanê, giliyê Dîdem Arslan, pêşkeşkara kanala Show TVyê kiriye.
25 Tebax 2021
PENê banga piştgiriyê ji bo Meral Şîmşek, nivîskara Kurd kiriye
Meral Şîmşek, endama PENê, helbestvan û nivîskara Kurd bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” heta 15 salî û bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” jî heta 7 sal û nîvan jê re cezayê girtîgehê tê xwestin.
25 Tebax 2021
Bûza li serê Çiyayê Agiriyê dihele
Cemed ango bûza li serê Çiyayê Agiriyê ji ber guherîna îklîmê û şertên hewayê, dihele.
25 Tebax 2021
Duh 19 hezar û 191 kes bi Covid-19ê ketine, 230 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 293 hezar û 37 kesan hatine kirin û di encamê de testa 19 hezar û 191 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 230 kes jî mirine, 754 hezar û 632 doz derzî hatine kirine.
25 Tebax 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Ji ber "Kobanî û Newrozê" doz li nivîskar Yavûz Ekîncî hatiye vekirin
Derbarê nivîskar Yavûz Ekînciyî de ji ber ku di navbera salên 2013 û 2014an de li ser hesabê xwe yê medya civakî nivîs û dîmenê têkildarî piştgirîkirina Kobanî û Newroza Amedê belav kiriye, doz hatiye vekirin. Ekîncî ragihandiye ku danişîna destpêkê wê di 9ê Îlonê de pêk were.
25 Tebax 2021
HDP: Em zext û zordariya li ser zimanê Kurdî qebûl nakin
HDPyê di daxuyaniya xwe de gotiye: "Weke HDP, em her êrişa li ser çand û zimanê gelê Kurd weke êriş û bêrêziya li dijî gelê Kurd bixwe dibînin."
25 Tebax 2021
Jimara nû ya Kovara Nûbiharê derketiye
Di vê jimarê de Rohat Alakomî li sek keştiye Hz. Nûhî, M. Zahîr Ertekînî li ser nivîskar û helbestvana kurd Diya Ciwan û pirtûka wê nivîsiye. Gelek nivîsên din ên li ser edebiyat û hunerê û helbest di vê jimarê de cih girtine.
24 Tebax 2021
Malbata Şenyaşar: Edalet ji her kesî re pêwîst e
Malbata Şenyaşar dixwaze ku bi Serdozgerê Komarî yê Rihayê re hevdîtinê pêkbîne. Lêbelê heta niha daxwaza malbatê nehatiye qebûlkirin.
24 Tebax 2021
HDP: Li girtîgehê stranên bi kurdî û govendgirtin qedexe ne an na?
Semra Guzel, Parlamentera Amedê ya HDPê têkildarî lêpirsîna ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê derbarê 9 jinên girtî yên siyasî de hatiye destpêkirin, pêşniyarnameyek bi kurdî ji bo bibersivîne pêşkeşî Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê kiriye. Li Girtîgeha Xarpêtê jinên girtî ji ber ku stranên kurdî gotine, govend girtine û sirûd xwendine derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
24 Tebax 2021
Qeymeqamiyê kampanyaya derzîkirinê ya 3 zimanî asteng kiriye
Qeymeqamiya Qoserê qedexeya çalakiyan weke sedem nîşandaye û destûr nedaye belavkirina broşurên sê zimanî yên ku Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) têkildarî derzîkirinê amade kiribû.
24 Tebax 2021
Hikmet Adal
1
...
243
244
245
246
247
...
254
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver